Îraq pêşwaziyê li pêngavên Herêmê ya cîbicîkirina ASYCUDAyê dike
Kurdistan 10:41 PM - 2026-09-04
Nûsîngeha Ragihandinê
Civîna Encûmena Wezîran a Federal
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna Encûmena Wezîran a
Federal de yadaştek destûrî û darayî pêşkêş kir û tekezî li ser pêwîstiya
lezkirina cîbicîkirina sîstema gumrikî ya (ASYCUDA)yê kir, bi armanca
yekxistina rêkarên gumrikî, zêdekirina dahatên nepetrolî û çareserkirina
pirsgirêka dabeşkirina dahata deriyên sînorî.
Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc
Rehîm, ragihand: Di civîna asayî ya vê heftiyê ya Encûmena Wezîran a Federal li
Bexdayê de, me yadaştek destûrî, yasayî û darayî derbarê cîbicîkirina sîstema ASYCUDAyê
li deriyên sînorî yên Herêmê de xist rû; me diyar kir ku hikûmeta Herêmê
biryara cîbicîkirina sîstemê daye û di civîna dawî ya Encûmena Wezarî ya Aborî
de pêşveçûneke berçav hatiye bidestxistin û piraniya mijarên teknîkî û yasayî
hatine yekalîkirin.
Wî her wiha da xuyakirin: Di wê yadaştê de tekezî li ser wê
yekê hat kirin ku sîstema (ASYCUDA) ne tenê elektronîkkirina rêkarên gumrikî
ye, belkî projeyeke stratejîk e ji bo avakirina navendeke daneya niştimanî ya
yekgirtî ya dîjîtal ji bo bazirganiyê li ser asta Îraqê bi Herêmê ve jî, ku tê
de terîfe û rêkarên gumrikî tên yekxistin, dane û agahdariyên her du aliyan tên
parvekirin, û mikurhatin bi belge û destûrên fermî yên hevdu tê kirin ligel
parastina taybetmendiyên destûrî û kargêrî yên Herêmê.
Her wiha hate gotin ku xala sereke ya mayî ji bo
yekalîkirinê, mekanîzmaya dabeşkirina dahata deriyên sînorî yên Herêmê ye, ku
di vî warî de pêşniyara hikûmeta Herêmê li gorî destûr û yasaya budçeyê hatiye
pêşkêşkirin.
Dr. Amanc Rehîm her wiha diyar kir: Hikûmeta Herêmê hişyarî
da ku paşxistina cîbicîkirina vê sîstemê bandoreke mezin li ser dahatan kiriye
û li gorî nivîsareke Banka Navendî ya Îraqê, ji Adara 2026an ve dahata deriyên
Herêmê bi rêjeya 87% kêm bûye, di demekê de ku dahata gumrikî ya federal bi
rêjeya 114% zêde bûye, ev yek jî şiyana Herêmê ji bo cîbicîkirina erkên wê yên
darayî li hember Bexdayê sînordar kiriye, di demekê de ku di sala 2025an de
Herêmê bi berdewamî mehane 120 milyar dînaran şandiye.
Lewma lezkirina sîstemê dê alîkar be ji bo vegerandina asta
dahatên nepetrolî, dabînkirina mûçeyên mûçexwaran, û vekirina bazara mezin a Îraqê
li pêşiya deriyên Herêmê ji bo kêmkirina lêçûna hawirdekirinê û buhayê
kelûpelan, her wiha derfetê dide bazirganan ku bi bihayê fermî bigihîjin
dolarî.
Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêmê da xuyakirin ku di
dawiya civînê de, Serokwezîr, Wezîrê Darayî û endamên Encûmena Wezîran a
Federal bi germî pêşwazî li vê pêngavê kirin û derfet dan her du wezîretên
darayî yên federal û Herêmê ku li ser mekanîzmaya dabeşkirina dahata deriyan li
hev bikin, bi armanca ku rêkeftina dawî di yek ji civînên pêş ên Encûmena
Wezîran de were pejirandin û sîstem bikeve warê cîbicîkirinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

