Komîteya Koçberên Serêkaniyê: 725 malbat ji bo vegerê tên amade kirin
Kurdistan 10:29 AM - 2026-09-05
ANHA
Karwana vegera koçberên Serêkaniyê
Komîteya Koçberên Serêkaniyê derbarê ji nûve destpêkirina
karwanên vegera koçberan bo gundên xwe daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wê
karwana koma yekemîn ji 725 malbatan pêk tê û di çend rojên bê de bi rêkevin.
Komîteyê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku, ev koma ku wê bi
rêkeve ji koçberên kampa Telai ya Serêkaniyê ye, ji nêzî 725 malbatan pêk tê.
Komîteyê diyar
kir ku xebata li ser vegerandina koçberan ne tenê birêxistinkirina karwanane belkû
şopandina hemû aliyên ewlehî, îdarî, xizmetguzarî û yasayî yên girêdayî proseya
vegerê ye di nav de jî ewlehiya vegervanan, parastina maf û milkên wan û
peydakirina hêmanên jiyanê û aramiya li herêmên vedigerin e.
Komîteyê anî
ziman ku ew bi berdewamî tevahî pêşdeçûnên girêdayî dosyaya vegerê dişopînin,
peywendî û hevrêziyê bi aliyên eleqedar re dikin ku koçberên vegerin biparêzin
û mafên wan peyda bikin û tevahî tedbîrên guncaw pêk bînin ku zêdegavî yan jî
binpêkirin li dijî wan neyên kirin mîna berê ji hêla hin komên çekdar ên
derveyî qanûnê bûne.
Di heman demê de
xebat û hevrêzî ji bo amadekirina şert û mercên guncaw ên vegerê li tevahî tax
û navenda bajarê Serêkaniyê di demên pêş de tên kirin.
hêjayî gotinê ye
ku piştî heft sala ji koçberiyê, karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê roja Duşem
10/8/2026'an vegeriyan warên xwe lê ji aliyê erebên hawirde yên bajêr ve
rastî êrşên tund hatin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

