Trump: Şerê Îranê tiştekî hêsane û me serkeftinên mezin bi dest xistin
Cîhan 11:05 AM - 2026-09-06
PUKMEDIA
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê
Donald Trump, giringiya rûbirûbûna leşkerî ya bi Îranê re kêm girt û ew wekî
"tiştekî hêsan" bi nav kir, ev yek rojekê piştî daxuyaniya cîgirê wî
JD Vance hat ku gotibû ew pevçûna heyî wekî "şer" nabîne.
Trump di bersiva
pirsekê de li ser helwesta Vance, ji rojnamevannan re li Qesra Spî ragihand ku
gelek kes vî şerî bi nav nakin û got: Ez jêre dibêjim pevçûneke leşkerî",
û piştre diyar kir ku ev yek ji bo Amerîkayê ne pirsgirêkeke mezin e. herweha
behsa wê operasyonê kir ku welatê wî li
Venezuelayê pêk anîbû, ew bi rûbirûbûna niha ya bi Îranê re da ber hev û diyar
kir ku Waşintonê di her du rewşan de jî serkeftineke mezin bi dest xistiye.
Daxuyaniyên Trump
piştî pêla nû ya aloziyê li Rojhilata Navîn hatin, di demekê de ku pevçûna bi
Îranê re ketiye meha xwe ya heftemîn û hilbijartinên nîvdemî yên Kongreya
Amerîkayê ku di meha Mijdarê de tên lidarxistin jî nêzîk dibin.
Wî her wiha dubare kir
ku DYA'yê serdestî li ser Tengava Hurmizê daniye û zirarên mezin gihandiye
hêzên Îranî û got: Tiştê ku me kir ecêb bû.
Serokê Amerîkayê
careke din tekez kir ku operasyonên leşkerî rê li ber Îranê girtin ku xwedî
çekên navokî derkeve, ku ev yek jî yek ji hincetên herî girîng e ku rêveberiya
wî ji bo rewakirina vê rûbirûbûna berdewam pêşkêş kiriye.
Trump ev daxuyanî di
merasîmekê de li Koşka Spî dan ji bo îmzekirina du biryarnameyên têkildarî
çareserkirina pirsgirêkên goştê golikan, bi amadebûna çend xwediyên pez û
dewarên ku ji bo vê bûyerê hatibûn vexwendin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

