Dubare Hatimogullari û Bekiran bûn hevserokên DEM Partî
Kurdistan 03:09 PM - 2026-09-06
Ajans
Dîmenek ji kongreya 5. DEM Partî
Îro,Yekşem rêkefta (06-09-2026).an bi beşdariya hejmarek
zêde ji endamên DEM Partî û berendam û mêvan li bajarê
Enqere pêncemîn Kongreya Giştî ya ne asayî ya DEM Partî bi rêve diçe.
Pêncemîn Kongreya Giştî ya ne asayîya Partiya Wekhevî û Demokrasiya
Gelan (DEM Partî) li Navenda Çandî ya
Nazim Hikmet li navçeya Yeni Mahalle ya bajarê Enqerê paytexta Turkiyê bi
beşdariyeke berfireh ji nûner û endamên partiyê ji bajarên bakurê Kurdistanê û Turkiye
îro bi rêve diçe.
Kongre bi
beşdariyeke berfireh ji bajarên bakurê Kurdistanê û Turkiyê pêk hat ku di hola
kongreyê depankarteke bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" (Jin, Jiyan, Azadî)
hatiye daliqandin.
Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên
Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma
Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz,
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger ya Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya
Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Destpêşxeriya Yekitiya Demokratîk Gulcan
Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî
kongreyê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku her du
hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, Tulay Hatimoglu û Tuncer
Bekiran, di dema kongreyê de gotaran pêşkêş kirin û piştre raportên li ser
çalakiyên DEM Partiyê jî hatin xwendin.
Bi 535 dengên delegeyan Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari careka din weke hevserokên giştî yên DEM Partî hatin hilbijartin.
Bakirhan piştî hilbijartina xwe got: Destkeftiyên Kurdan li
herêmê ne gef in, lê ew destkeftiyên Turkiyê ne û destkeftiyên Turkiyê destkeftiyên
Kurdan in.
Hatimogullari piştî hilbijartina xwe got: Dema ku zimanê aştiyê
biguhere, em nikarin bi zimanê kevin berdewam bikin û dema ku pirsgirêka Kurd
bikeve qonaxek nû, em nikarin bi amûrên kevin siyasetê bikin.
Kongreya Berfireh di Bihara 2027an de dê bê sazkirin
Piştî 5emîn Kongreya Asayî, Partiya DEM Partî pîlan dike ku kongreyek berfireh ji bo guhertin û ji nû ve avakirinê, paralel bi pêvajoya aştiyê re, li darbixe ku tê çavrêkirin ku ev kongre di bihara 2027.an de, bi hevrêziya pêkanîna Yasaya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Tevlîbûna Civakî, pêk were.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

