Di encama ji rêderketina balafireke li balafirgeha Miyamî 10 kes bûn qurbanî
Cîhan 10:05 AM - 2026-09-07
PUKMEDIA
Bûyera Balafirê
Di bûyera derketina balafireke barhilgirtinê yê Emezonê ji
ser rê, pênc kes li Balafirgeha Navneteweyî ya Miyamî hatin kuştin, û pişt re
agir bi balafirê ket, li gorî daxuyaniya rêveberiya agirvemirandinê.
Ray Cadulah, serokê rêveberiya agirvemirandinê li wîlayeta Miyamiyê-Dîd,
ji rojnamevanan re ragihand ku ji bilî pênc miriyan, sê kes rakirine navendên
pispor ên dermankirina birînên giran û rewşa wan "giran e", di demekê
de ku du kesên din li nexweşxaneyeke herêmî hatine dermankirin. Her weha balafirê
li gelek otombîlan xist û ev yek bû sedema "qurbaniyên ku bi rastî di
hundirê otombîlên xwe de asê mane.
Wî zêde kir ku sedema rast a bûyerê dê ji aliyê Rêveberiya firîna
Fîderal û Desteya Neteweyî ya Ewlehiya Veguhestinê ve bê diyarkirin.
Desteya Neteweyî ya Ewlehiya Veguhestinê di daxuyaniyekê de
li ser platforma X ragihand ku balafira bargirtinê ji cura Boyng 767-300 di
geşteke ji San Xwan a Bortorîkayê ber bi Miyamî ve bûye, û wan "tîmeke
pispor şandiye da ku lêkolînê li ser bûyera derketina balafirê ji rêça
balafirgehê ya ku roja Yekşemê qewimî bike.
Piştî bûyerê, Wezîrê Veguhestinê yê Amerîkayê Sean Duffy
ragihand ku wî biryarek daye ku hemû geştên esmanî li ser erdê bi tevahî li
Balafirgehê bên rawestandin, di demekê de ku tîmên bersivdayîna ewil cih
dinirxînin piştî ku balafireke bargirtinê ya Amazonê dawiya rêça balafirgehê
derbas kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

