Desteya Destpakiyê dest danî ser 94 belgename û samaneke zêde
Êraq 04:29 PM - 2026-09-08
Desteya Destpakiyê
Desteya Destpakî ya Îraqê
Di operasyoneke nû ya meydanî de ji bo nehêştina gendeliyê,
Desteya Destpakiyê ya Îraqê li parêzgeha Selahedîn karî ku berpirsê beşa
mulkiyetê li Rêveberiya Şaredariya Tikrîtê û karmendekî heman beşê destgîr
bikin, piştî ku hat piştrastkirina ku destê wan di desteserkirina zeviyên
welatiyan de heye.
Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê, tawanbar bi alîkariya
hejmareke karmend û kesên raspartî, belgeyên mameleyên terxankirina erdên
welatiyan bi bihayê pir kêm kirine û paşê xistine nava lîsteya fermî ya qonaxên
belavkirina erdan, da ku bibin xwediyên wan û bifroşin û qezencê di navbera xwe
de parve bikin.
Piştî wergirtina biryara dadger û girtina berpirs, di dema
lêgerîna mala wî de dest danî ser 94 belgeyên zeviyan yên ser bi Şaredariyê û
komeke belgeyên wergirtina mameleya welatiyan û miqdarek perên Îraqî û dolar,
otomobîleke nû, tevî çekên sivik û miqdarek zêr.
Di heman demê de, karmendekî din ê heman beşê hat girtin ku
li mala wî komeke belgeyên fermî yên şaredariyê, di nav de mameleyên terxankirina
erd û veguhestina mulkiyetê hatibûn veşartin.
Di dawiyê de, Desteya Destpakiyê ya Îraqê ragihand: Niha bi
biryara dadgerê dadgeha lêpirsînê ya destpakiyê, her du tawanbar li gorî
madeyên (289/ 298) ên yasaya cezayan hatine ragihandin û lêpirsîna bi wan re
berdewam e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

