Îraqê dosyaya girtiyên biyanî yên ku ji Sûriyê hatibûn veguhastin bi dawî kir
Êraq 01:00 PM - 2026-09-09
Ragihandina Encûmena Dadwerî
Encûmena Dadwerî
Civata Bilind a Dadwerî, îro Çarşemê di 9/9/2026an d, mîvandariya
civînekê kir ku bi serokatiya Serokê Civata Bilind a Dadwerî, Dadwer Dr. Fayq
Zeydan hate lidarxistin.
Di civînê de ev kes
amade bûn: Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî, Rêveberê Buroya Fermandarê Giştî yê
Hêzên Çekdar Rukin Ebdulemîr El-Şemerî, Serokê Saziya Îstixbarata Nîştimanî ya Îraqê
Hemîd El-Şatrî, Serokê Saziya Asayişa Nîştimanî Basim El-Bedrî, Şêwirmendê
Asayişa Nîştimanî Qasim El-Ebûdî, Serokê Saziya Têkoşîna li Dijî Terorê Rukin
Zêd Hûşî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Karên Piralî û Karên Hiqûqî Balyoz Şoreş
Xalid, bi amadebûna Serokê Dozgeriya Giştî Adil Xidîr, Serokê Desteya Çavdêriya
Dadwerî Dadwer Leys Cebir, û Dadwerê Pêşî yê Dadgeha Lêpirsînê ya Kerxê ya
Yekem Dadwer Elî Husên Cifat / Serokê Navenda Nîştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya
Navneteweyî.
Di civînê de, danîna nêrîna yekbûyî ya Îraqê derbarê dosya
girtî û mehkûmên biyaniyan de ku ji Sûriyê hatine veguhestin bo Îraqê, hate
gotûbêjkirin, û ev yek piştî wê bû ku Dadgeha Lêpirsînê ya Kerxê ya Yekem
qonaxa lêpirsînê û îfadejêgirtina ji wan qedand û derbasî qonaxa dadwerekirinê
bû.
Civînê gihîşt helwestekî yekbûyî ku nûnertiya Dewleta Îraqê
dike derbarê awayê mijûlbûn ligel van mehkûm an girtiyan de, ew jî piştî
qedandina lêpirsînê li gel wan.
Derbarê danstandina bi van mehkûm an girtiyan re, ev e ku
danûstandina bi dosyayên wan re li gorî peymanên dualî yên di navbera Îraqê û
welatên girtiyan de ye, û li ser bingeha qanûnên Îraqê û prensîba muameleya
wekhev û li ser wê yekê were lihevkirin ku Navenda Niştimanî ya Hevkariya Edlî
ya Navneteweyî lêkolînê li ser her destpêşxerî an pêşniyarekê bike ku ji wan
welatan an rêxistinên navneteweyî derbarê pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Îraqê di
vî warî de tê pêşkêşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

