Li girtîgeha Kobanê şewat derket hejmarek girtî jiyan ji dest dane
Kurdistan 09:36 AM - 2026-09-12
Ajans
Tabloya Bajarê Kobanê
Berbanga sibeha Îro 12/9/2026`an li girtîgeha Kobanê şewat
derket di encamê de hejmarek ji girtiyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî
ji bo nexweşxaneyan hatine kirin.
Li gorî ajansa ANHAyê şewat derdora demjimêr 02:00`an li
zindana Kobanê derketiye, di zindanê de hejmarek girtî hene, hejmarek ji wan
jiyana xwe ji dest daye û hin jî ji ber dûmana şewatê bo nexweşxaneyê hatine rakirin.
Ji aliyê xwe Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan SOHRê jî belav
kiriye ku, piştî xwepêşandanekê li nava girtîgeha Kobanê, ku tê de girtiyan
derî girtin û hejmarek ji wan şikandin, li gorî agahiyên hatine ragihandin,
agir li nava girtîgehê bi awayekî ku hîn sedemên wê nayên zanîn ket, û di
encamê de kuştî û birîndar, li gel rewşên xeniqandinê çêbûn, di heman demê de
hejmarek ji qurbaniyan û birîndaran bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.
Ev yek hevdem bû bi ketina karwan û hêzên leşkerî bo bajarê
Kobanê, bi hemdema belavbûneke ewlehiyê ya berdewam, di nava rewşeke alozî û
hêrsê de ku bajar tê re derbas dibe.
Bajarê Kobanê duh, şahidiya alozî û hêrsê ya ewlehiyê kiribû
li ser piştî kuştina ciwanê bi navê “Sîpan Kermî”, ku ev yek bi ketina erebe û
dewriyeyên girêdayî Hêzên Ewlehiya Navxweyî bo nava bajêr re hevdem bû, di nava
pevçûn û lihevketinan de ligel hejmarek ji xelkê herêmê, ku avêtina kevirên li
ser dewriyeyan jî li xwe girt.
Li gorî hin jêderên xwecihî li girtîgeha Kobanê 9 girtiyan
jiyana xwe ji dest dane û 17 jî birîndarin ku rewşa 4 girtiyan jî dijware û di
bin çavdêriyê de ne li nexweşxaneya Kobanê.
Aloziyê piştre gihîşt wê astê ku rêyên nava bajêr hatin
girtin, bi hemdema belavbûneke ewlehiyê û gihîştina hêzên zêde ji Hêzên
Ewlehiya Navxweyî re ku jimara wan ji 10 otomobîlan derbas bû, di heman demê de
agahiyan behsa piştevaniyeke ji hêzên girêdayî artêşa Sûrî kir ku ji herêmên
Sirîn û Minbicê ber bi Kobanê ve dihatin.
Her wiha navend û wesayîtên girêdayî Hêzên Ewlehiya Navxweyî
rastî êrîşên sivîlên bi hêrs hatin, ku tê de derî hatin şikandin û hejmarek ji
wesayîtan hatin şewitandin, li gel şerê destî di navbera xwepêşander û hêsên
ewlehiyê de.
Agahiyan ragihandin ku qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr
hatiye sepandin, bi hemdema hewldanên ji bo belavkirina xwepêşanderan, û
bikaranîna bombeyên gazê û gulebarana li hewayê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

