Nêzîkî 12 hezar malbatên Serêkaniyê li benda vegerê ne
Kurdistan 11:39 AM - 2026-09-12
ANHA
Malbateke Koçber yê Serêkaniyê
Welatiyên koçber ên ku vedigerin bajarê xwe Serêkaniyê bi
gelek astengiyan re rûbirû dimînin, ku ya herî diyar wêrankirina malan û
kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn e, tevî girtina rêyên sereke li pêşiya tevgera
xelkê.
Koçberên bajarê Serêkaniyê di nav karwanên vegerê de ku li
pey hev di mehên Tebax û Îlonê de dest pê kirin, dest bi vegerandina navçeyên
xwe û gundên xwe kirin, û gelek navçeyên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û
Zirkanê li xwe girtin.
1099 malbat di nava karwana yekem û duyem de bûn
Di karwana yekem de ku di 10ê Tebaxa borî de dest pê kir,
nêzîkî 410 malbat vegeriyan gundewarê başûrê bajarê Serêkaniyê, ev yek jî di
çarçoveya hewldanên vegerandina koçberan bo herêm û gundên wan de bû.
Her weha di 8ê Îlonê de, karwana duyemîn dest pê kir, ku 689
malbat tê de bûn, berê xwe dan gundewarê rojhilatê bajarê Serêkaniyê, û her
wiha navçeyên gundewarên Til Temir û Zirkanê, bi vî rengî hejmara malbatên
vegeriyayî di nava herdû karwanan de gihîşt nêzîkî 1099 malbatan.
Vegerîna xelkê di bin şert û mercên dijwar de pêk tê, ji ber
ku vegeriyayî bi zehmetiyan re rû bi rû ne ku bi giranî di mezinahiya
wêrankirina ku li mal û gundan bûye de diyar dibin, ligel windakirina gelek
pîvanên jiyanê yên bingehîn, di serî de ava vexwarinê û karebê, ev yek jî
zehmetiya bicihbûnê û vegerê bo jiyana normal zêde dike.
Daxwazên ji bo dabînkirina pîvanên bicihbûnê
Koçberên vegeriyayî daxwaza vekirina lezgîn a rêyên sereke
dikin, ku ev yek rê dide wan ku hatinûçûnê bikin û bigihîjin bajarokên cîran.
Her wiha koçber bang li saziyên hikûmî, rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar
dikin ku piştgirî û alîkariyê pêşkêş bikin, û bixebitin ji bo dabînkirina
xizmetguzariyên bingehîn, bi taybetî av û karebê, ligel beşdariyê di rakirina
şopa wêrankirinê û nûjenkirina binesaziyê û rêyan de, da ku alîkariya xelkê
bike ku careke din li herêmên xwe bicîh bibin.
Nêzîkî 12 hezar malbat li bendê ne ku vegerin
Li gorî komîteya koçberên Serêkaniyê, hejmara malbatên
koçber ên ji bajar û gundewarê wî nêzîkî 13 hezar malbatane, piraniya wan li
herêmên cuda yên Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê belav bûne, ligel bajarê Kobanê
û herêmên din, ji dema koçberkirina wan ji herêmên wan ve di salên borî de.
Bi vegerîna 1099 malbatên koçber bo gundên xwe, nêzîkî 12
hezar malbat li benda vegerê ne beriya hatina demsala zivistanê. Tê çaverêkirin
ku di nava hefteya pêş de, karwaneke nû ya koçberan dest pê bike, di nava
bernameya vegera gav bi gav a malbatan bo herêm û gundên wan de, bi mercê ku karwan
di dema pêş de li pey hev berdewam bikin da ku vegera bêtir xelkê temam bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

