Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk kuştina şervanekî û bûyerên li Kobanê şermer dike
Kurdistan 04:06 PM - 2026-09-12
Ajans
Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk
Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk derbarê kuştina
şervanekî Kurd û aloziyên dawî û şewata girtîgeha Kobanê de daxuyaniyeke tund
belav kir.
Destpêşxeriya diyar kir ku ev kiryarên li dijî gelê
Kurd nayên pesendkirin û bang li hikûmeta veguhêz ya Şamê û hêzên garantor kir
ku yekser berpirs û kujeran siza bikin û rê li ber pîlangeriyan bigirin.
Di daxuyanoiyê de hatiye ku şervanê Kurd Sîpan Hiznî, ku
endamê Lîwaya Hesekê bû, ji aliyê hindek hêzên çekdar ve bi awayekî hovane
hatiye kuştin. Piştî bûyerê gelê Rojava bertek nîşan daye, lê rastî
destwerdaneke tund hatiye.
Her weha derbarê bûyera Zîndana Kobanê Destpêşxeriya Yekîtiya
Demokratîk amaje bi trajediya şewata girtîgeha Kobaniyê kir, destnîşan kir ku
di bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî birîndar bûne, û
sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk Banga li Hikûmeta
Veguhêz ya Şamê kir û got:Eger ev bûyer pîlangerî bin, divê hikûmeta demkî ya
Şamê tavilê tawanbaran desteser bike û wan bê siza nehêle.
Ji aliyekî din ve Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk
tekez kir ku Kurd ne tenê ne û ne bê xwedî ne, çavên gelê Kurdistanê li ser
Rojavayê ne",û bang li hêzên gerantor
hate kirin ku berpirsiyariyên xwe ji bîr nekin û ji bo ewlehiya hemû pêkhate û
gelên herêmê rola xwe bilîzin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

