Kareseta keştiya Îndonezyayê.. 103 kes hatin rizgarkirin û 140 kes jî winda ne
Cîhan 10:21 AM - 2026-09-13
Ajans
Gemiya Îndonezyoyê
Tîmên rizgarkirinê roja Yekşemê lêgerînê berdewam dikin li
pey 140 kesên ku li ser gemiyeke rêwiyan bûn, ku hatibû ragihandin li deryaya Cawe
ya li Îndonezyayê wenda bûye, ev yek piştî ku 103 kesên din hatin rizgarkirin û
yekî ji wan jiyana xwe ji dest da.
Ajansa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Îndonezyayê diyar kir ku
têkiliya bi gemiya rêwiyan re di destpêka Yekşemê de ji ber şert û mercên xirab
ên hewayê qut bûye, û 243 kes li ser gemiyê bûn.
Ajansê da xuyakirin ku gemiya bi navê "Virgo Transport
8" roja Şemiyê ji bajarê Surabaya yê li Cawe Rojhilat ber bi bajarê Bagirmasîn
ê li Kalîmantana Başûr ve bi rê ketiye, berî ku têkiliya pê re qut bibe.
Lê belê Ay Putu Sudayana, serokê buroya ajansê li Bangarmasîn,
di daxuyaniyeke vîdyoyî de ragihand ku 103 kes ji aliyê keştiyên cuda ve hatine
rizgarkirin û hinek ji wan ber bi bendergeheke li Cawe Rojhilat ve tên
veguhestin.
Wî zêde kir ku tîmên rizgarkirinê operasyoneke lêgerînê ya
berfireh da destpêkirin û tîmek, keştî û balafireke helîkopterê şandin dawîn
ciyê ku gemî lê hatiye dîtin, bêyî ku çarenûsa wê diyar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

