Hilbijartinên giştî li Siwêdê bi rêve diçe
Cîhan 12:48 PM - 2026-09-13
PUKMEDIA
Hilbijartina
Îro 13/9/2026an, li Swêdê hilbijartinên giştî ji bo diyarkirina endamên
parlamentoyê, rêveberiya herêman û encumenên şaredariyan tên lidarxistin, ku
dengdêr 349 endaman ji bo parlamentoyê hildbijêrin û li gorî amaran 84
kesayetên kurd li ser lîsteyên partiyên siyasî yên cuda bûne namzed.
Bi giştî niştecihên Siwêdê 10 mîlyon û 610 hezar û 500 kese, lê di vê
hilbijartinê de û li gorî dawîn amûr û agahiyên dezgeha hilbijartinê ya Siwêdê,
heşt mîlyon û 46 hezar û 725 kes mafê dengdanê heye. Her wiha welatê Siwêdê li
ser 290 komon û 21 herêman hatiye dabeşkirin, pêvajoya dengdanê bi awayekî
hêsan û rêxistinkirî birêve diçe û dengdêr 349 namzetan ji bo parlamentoyê
hildibijêrin. Piştî qedandina pêvajoyê jî ji bo pêkanîna hikûmetê, pêwîst e
aliyê serketî an tifaqa wan xwediyê 175 kursiyan be.
Ji bo hilbijartinên giştî yên Siwêdê, 54 hezar û 212 namzet
xwe ji bo hilbijartinan xistine lîsteyê, di nav wê hejmarê de Kurd jî di her sê
astên parlamentoyê, herêm û şaredariyan de beşdar in û xwe namzet kirine, ku
hejmara wan 84 kesayetiyên diyar in û ji çalakvan, hunermend û siyasetmedaran
pêk tên.
Her wiha piraniya wan li ser Partiya Sosyal Demokrat xwe namzet kirine ku
hejmara wan 30 kesin. Ev namzet li ser lîsteya partiyên siyasî yên sereke yên
wekî Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Çep û Partiya Kesk hatine belavkirin.
Ji bo vê dewreya hilbijartinê, 165 hizib û aliyên siyasî
pêşbaziyê dikin ji bo bidestxistina pirtirîn kursiyên parlamentoyê. Niha 8
hizib endamên wan di parlamentoya Siwêdê de hene, ew jî ev in: "Sosyal
Demokrat, Demokratên Swêdê, Moderat, Hizba Navend, Hizba Çep, Demokratên
Mesîhî, Hizba Jîngehê û Lîberal ku ev hizib li ser du navend û bangekan ku çep
û rast in dabeş bûne, li gorî rapirsiyan, Partiya Sosyal Demokrat di pileya
yekem de ye û pêşbînî dibe ku nêzîkî 33 ji sedî yê dengan bi dest bixe.
Ev di demekê de ye ku hêj li Siwêdê sîstema bendê di
hilbijartinan de tê cîbicîkirin û pêwîst e partî û alî rêjeya 4% ya dengan
derbas bikin ji bo ketina nava parlamentoyê, lê ji bo şaredarî û herêman rêjeya
3% hatiye diyarkirin.
Hilbijartina îsal jî dê bibe xula 52an a parlamentoyê, piştî çaksaziya destûrî
ya sala 1866an û damezirandina parlamentoya nû, her wiha beriya sala 1970yî,
hilbijartina şaredarî û herêman – ku di wê demê de jê re digotin
"Landsting" – du sal piştî hilbijartina parlamentoyê û di nîveka xula
parlamentoyê de birêve diçû, lê ji sala 1970yî û pê ve tevahiya xulên wan bi
parlamentoyê re hatine hevtaykirin û rêkxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

