Şêwekarekî Serêkaniyê nêzî pênc hezar tablo kişandiye
multimedia 03:32 PM - 2026-09-17
Kurdistanî Nwê
Hunermend Elî Seîd
Hunermendekî şêwekar ê Rojavayê Kurdistanê xwediyê nêzî pênc
hezar tablo û berhemên hunerî ye û beşdarî di nêzî 11 pêşangehên taybet û giştî
de kiriye.
Elî Seîd, hunermendê şêwekar li bajarê Qamişlo, ji rojnameya Kurdistana Nwê re axivî û got:Ji zarokatiya xwe ve hezkirineke min a
taybet ji bo hunera nîgarkêşiyê re hebûye, di qonaxa seretayî de bi ceribandina
hunerî ya wênekêşiyê min şiyanên xwe pêş xistin, piştre gav bi gav pêşve çû û
bû bingehê destpêkirina karê min ê pîşeyî di warê nîgarkêşiyê de.
Wî her wiha got: Li Şamê min zêdetir girîngî da hunera
şêwekarî û min pêşangeha xwe ya yekem a şêwekarî di sala 1993an de li bajarê
Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê vekir, ji wê demê ve heta niha min beşdarî di
11 pêşangehên taybet û giştî de kiriye, li Şamê û bajarên din ên Sûriyê û
Rojavayê Kurdistanê bi giştî, her wiha karên min ên hunerî daxwazeke wan a
taybet heye û ez xwediyê nêzî pênc hezar tablo û berhemên hunerî me, ku beşek
ji wan derbarê çand û sirûşta Serêkaniyê û Kurdistanê de ne bi giştî.
Elî Seîd got jî: Destpêka karê min ê hunerî yê nîgarkêşiyê
li ser kincên jinên kurd û folklora kurdî bû, lê piştî dagirkirina Serêkaniyê
di sala 2019an de, wekî bi hezaran xelkên din ê navçeya me, ez bûm penaber li
bajarê Qamişlo, her çendî ji ber penaberiyê em di rewşeke aborî ya xirab de
bûn, lê min dest ji hunera xwe berneda.
Di dawiyê de jî got: Hunera nîgarkêşiyê girîngiyeke wê ya
taybet heye û di rêya wê ve çand û resenatiya miletan tê naskirin, bi taybetî
ji bo neteweyeke mezlûm û stêmlêkirî yê wekî kurd ku wekî hemû gelên cîhanê
xwediyê dîrok, naskirin û mafekî bingehîn ê mirovahiyê ne û em xwediyê ax û
alaya taybet a xwe ne, ji bilî wê jî peyama hunera şêwekarî ji gulle bi hêztir
e.
Hunermendê şêwekar Elî Seîd di sala 1973an de li bajarê
Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, xwendina seretayî û navendî li
bajarê xwe qedandiye û bawernameya zanîngehê li Şamê bi dest xistiye.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

