Berdevkê Hikûmetê: 30ê Îlonê peywendiyên Îraqê û Hevpeymaniyê diçe qonaxek nû
Êraq 09:33 AM - 2026-09-19
ajans
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî tekez kir ku 30ê
Îlonê mafekî serwerî temsîl dike ku peywendiya Îraqê bi dewletên Hevpeymaniya
Navneteweyî re vediguherîne peywendiyên dualî yên ku li ser bingeha rêzgirtina
ji serweriyê û berjewendiyên hevbeş ava bûne.
Ebûdî, her wiha da zanîn ku hikûmet di bidawîanîna erka
leşkerî ya hevpeymaniyê de li gorî demjimêr û mekanîzmeyên li hev kirî berdewam
e, û bal kişand ser wê yekê ku roja serweriyê bingehê ji bo desthilata tam ya
dewletê û yekxistina biryara ewlehiyê datîne.
El-Ebûdî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re got: Dîroka 30ê Îlonê
mafekî serwerî yê dewleta Îraqê ye ku dispêre têgihiştin û pabendbûnên fermi, hikûmet
ji bo temamkirina vê yekê rêgez û rêbazek zelal di warê mekanîzm û tedbîran de
dipejirîne, û ew wekî prensîpên niştimanî dihesibîne ku têkiliya bi dewletên
hevpeymaniyê re vediguherîne ser têkiliyên duqolî yên li ser bingeha rêzgirtina
ji serweriya Îraqê û bidestxistina berjewendiyên hevbeş.
Wî zêde kir: Di vê dosyayê de, Îraq xwediyê amûr û kaxezên
xwe yên destûrî, siyasî û dîplomatîk e, ji bilî şiyana xwe ya birêvebirina
ewlehiya xwe ya niştimanî bi rêya saziyên xwe û hêzên xwe yên çekdar. Hikûmet
di temamkirina bidawîanîna erka leşkerî ya hevpeymaniyê de li gorî demjimêr û
mekanîzmeyên li hev kirî berdewam e û ti guhertinek li derveyî îradeya dewleta Îraqê
dê li ser vê rêçê çênebe.
Her weha da xuyakirin ku: Serokwezîrê Îraqê ji dema girtina
berpirsiyariya hikûmetê ve serweriya dewleta Îraqê xistiye serê pêşîniyên
bernameya xwe ya cîbicîkar û roja serweriyê wekî daxuyaniyekê ji bo derbasbûna Îraqê
bo qonaxeke nû pejirandiye ku navê wê serweriya dewletê û desthilata wê ya tam
li ser xakê ye, û biryara ewlehiyê tê de dibe yek û amûrên hêzê li cem saziyên
xwe yên destûrî û qanûnî tên girtin. Ji ber vê yekê, 30ê Îlonê roja niştimanî
ye ku destkefta serweriyê wekî mafekî dewletê û hemû Îraqiyan nîşan dide."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

