Nûman: 30ê Îlonê dê tu hincetek ji bo tevgerek li derveyî dewletê nemîne
Êraq 08:52 PM - 2026-09-19
PUKMEDIA
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah
Nûman tekez kir ku, piştî 30ê Îlonê û pêkanîna serweriyê li Îraqê dê tu
hincetek ji bo tevgerek li derveyî çarçoveya dewletê nehêle.
Sebah Nûman di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Fermî
ya Îraqê got: 30ê Îlonê di dîroka saziya leşkerî û ewlehiyê de xalek werçerxana
stratejîk e, ew guhertina pratîkî ber bi pişt bi xwe girêdanê û birêvebirina
qada ewlehiyê ya Îraqê bi destên neteweyî ve nîşan dide.
Nûman diyar kir ku "Ew roj ji bo her kesî amadebûna
yekîneyên me û şiyana wan a qadî selamand, û têgîna hevsengiya stratejîk di
peywendiyên navneteweyî yên Îraqê de çespand, ji ber ku hêzên çekdar bi tenê
berpirsiyar bûn ji çêkirina dîmena aramiyê û parastina esman û axa welat bêyî
ku pêdiviya wan bi sîwanên biyaniyan hebe."
Wî anî ziman ku: Çespandina serweriya neteweyî stûna
hêzê û bingehê yasayî û qadî ye ku saziyên ewlehiyê pişt pê girêdidin, gava ku
serkirdatiya neteweyî dibe çavkaniya yekane ya biryara ewlehiyê, her hincetek
ji bo tevgerek li derveyî çarçoveya dewletê dikeve û namîne,
her weha da
xuyakirin ku "Ev dirêjahiya serweriyê dide saziyên ewlehiyê rewayeteke
yasayî û gelêrî ya xurt ji bo şopandina tawanê, bêçekkirina çekên nefermî, û
sepandina qanûnên derbasdar li ser hemûyan bi pîvanekê ku parastina welatî dike
û mafên wî diparêze."
Berdevkê Fermandarê Giştî her wiha got ku "Saziyên
ewlehiyê bi hemû pêkhateyên xwe ve beşdar bûn di veguherandina têgîna
desthilata dewletê de ji sloganekê bo rastiyeke qadî ya berbiçav, û bi ser
ketin di ewlekirina sînorên federal, tinekirina şikeftên terorê, hilweşandina
tora tawanên birêxistinkirî, û birêvebirina dosyayên ewlehiyê yên aloz li hemû
parêzgehan de, di nav de herêmên ku berjewendiyeke hevpar li ser heye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

