Sûriye... Di teqîna depoyeke cebilxaneyê de li gundewarê başûrê Helebê 4 kes birîndar bûn
Cîhan 10:14 AM - 2026-09-21
PUKMEDIA
Teqîn li Heleb
Desthilatên fermî yên Sûrî di bîlançoyeke destpêkê de
ragihandin ku çar kes birîndar bûne, ev yek jî di encama teqînên ku ber destê
sibeha duşemê de li yek ji wargeha artêşê yên li navçeya El-Hadabe ya li
rojavayê bajarokê El-Eys ê li gundewarê başûrê Helebê pêk hatin.
Ajansa fermî ya SANAyê da xuyakirin ku teqînek li yek ji cihên
Artêşa Erebî ya Sûrî li derdora bajarokê çêbûye û da zanîn ku aliyên
peywendîdar lêkolînê li ser xwezaya wê dikin.
Amaje bi wê jî hat kirin ku ji ber berdewamiya teqînan rê li
ber gihîştina tîmên ambulans û rizgarkirinê girt, berî ku tîmên Parastina Sivîl
karibin bikevin herêmê û çar birîndaran rakin.
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb bang li niştecihan kir ku ji
malên xwe derneketin an jî berê xwe nedin cihên teqînan û li nêzî wan kom
nebin, û tekez kir ku nexweşxane û tîmên ambulans û rewşên lezgîn di nava
amadebaşiyê de ne û aliyên peywendîdar ji nêz ve şopandina rewşê dikin û bi her
rewşeke awarte re mijûl dibin.
Wî her wiha bang kir ku pabendî rênimayan bin, agahiyên ne
piştrast belav nekin û li bendê bin ku daxuyaniyên ji aliyên fermî ve bên
dayîn.
Wezaretê Rewşên Lecor û Rêveberiya Karesatan sivîlên li
navçeya El-Eys û herêmên derdorê yên li gundewarê Helebê heta bajarê Helebê
hişyar kirin ku nêzî cihê teqînê nebin an jî berê xwe nedin derdora wê, ji bo
ku ji xetereyên perçeyan (tîrêjan), cebilxaneyên neteqiyayî û tiştên xeternak
ên muhtemel dûr bixin.
Heya niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê sedemên teqînan de
nehatiye dayîn, lê belê agahiyên ewil diyar dikin ku teqîn ji ber teqîna
depoyeke cebilxaneyê ya nêzî herêma Îkarda çêbûne.di vê dawiyê de li herêmên
ciyawaz bûyerên bi vî rengî çêbûn û bi dehan kuştî û birîndar li pey xwe
hiştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

