Komandoyên Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge pêşerojeke geştir misoger dike
Kurdistan 08:15 PM - 2026-09-21
Ragihandina Hêza Komando ya Kurdistanê
Logoya Hêza Komando ya Kurdistanê
Fermandariya Hêzên Komandoyên Kurdistanê pêşwaziyê li
yekxistina Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike û wekî werçerxanekî bingehîn di
dariştina stratejiya berevaniya nîştimanî de bi nav dike, her wiha pabendbûna
xwe bi erk û berpirsiyariyan dubare dike, wekî hêzeke nîştimanî ya pîşeyî.
Naveroka daxuyaniya Hêzên Komandoyên Kurdistanê:
Pêşmerge; kelha polayîn û artêşa nîştimanî ya Kurdistanê ye
Gelê têkoşer ê Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman...
Di dîroka xebat û berevaniya nîştimanî de, dema ku biryarên
dîrokî li gel daxwazên rewa yên gelê me yek digirin, ezmanê Kurdistanê bi
nîşana yekrêziya nîştimanî ronaktir dibe.
Pêvajoya yekxistina Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, wekî
werçerxanekî bingehîn di dariştina stratejiya berevaniya nîştimanî de, cihê
pêşwaziyeke germ û tije serbilindiyê ye li cem hemû çîn û texên civakê.
Ev gava stratejîk, ne tenê yekxistina araste û şiyanên
leşkerî ye, belku avakirina kelheke polayîn e ji bo parastina destkeftên
destûrî yên Herêma Kurdistanê û statuya wê ya siyasî.
Hêzên Komandoyên Kurdistanê ji vê bingehê ve, bi herî zêde
bawerî û îradeya nîştimanî ve, pabendbûna xwe bi erk û berpirsiyariyan dubare
dike, wekî hêzeke nîştimanî ya pîşeyî, yekgirtî û nûjen ku di asta mezinahiya
erk û berpirsiyariyan de be.
Serkeftina proseya yekxistina Pêşmerge, zemînsaziyeke
misoger e ji bo pêşerojeke geştir, aramtir û parastîtir ji bo nifşên pêşerojê
yên gelê me.
Kurên Komandoyên Kurdistanê careke din, peymana dilsoziyê ji
bo ax û nîştiman nû dikin û bi moraleke bilind ve li ser erkên xwe yên resen di
parastina asayîş, aramî û seqamgîriya herêma me de dimînin.
Silav ji bo giyana pak ên şehîdên rêya azadiya Kurdistanê...
Serbilindî û şikodarî ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê ku her
dem mertalên polayîn ên parastina vê axê ne...
Ragihandina Fermandariya Hêzên Komandoyên Kurdistanê
21ê Îlona 2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Konsulê Giştî yê Çînê: Xebata Serok Mam Celal ji bo kûrkirina aştiyê bû
05:17 PM - 2026-09-22 -
Bi hezaran Kurd li Qamişlo: Zimanê me nasname û pêşeroja me ye
04:40 PM - 2026-09-22 -
Hejmarek koçberên Kurd xeniqîn
04:07 PM - 2026-09-22 -
Civîna Giştî ya Civata Giştî ya NY bi rêve diçe
12:04 PM - 2026-09-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:10 PM - 2026-09-22 Qubad Talebanî û şandeke Fransî tekezî li ser xurtkirina peywendiyan dikin
Serok Bafil pesnê rola Konsulê Giştî yê Çînê dide
03:56 PM - 2026-09-22
Serok Bafil bo Lee Jun-il : YNKê wê piştevanê we be
02:43 PM - 2026-09-22
Serokomar tekezî li misogerkirina mafên cotkarên Kerkûkê dike
02:24 PM - 2026-09-22
Qubad Talebanî jibo Wezîrê Pilandanan:Girîngiyê bidin kontrolkirina kalîteyê
01:31 PM - 2026-09-22
zortrin xwendraw
-
Koleja Pijîşkî ya Zanîngeha Silêmaniyê dîsa bawernameya navneteweyî wergirt
Kurdistan 10:23 PM - 2026-09-21 -
Saziya Serok Celal Talebanî digel Wezareta Jîngehê û UNDPê dicive
Kurdistan 09:56 PM - 2026-09-21 -
Bi hezaran Kurd li Qamişlo: Zimanê me nasname û pêşeroja me ye
Kurdistan 04:40 PM - 2026-09-22 -
Dîlan Xefûr:Bi herdemîkirina fermanberên peymankar yên herdemî Herêmê jî digire navxwe
Kurdistan 10:33 AM - 2026-09-22 -
Qubad Talebanî jibo Wezîrê Pilandanan:Girîngiyê bidin kontrolkirina kalîteyê
Kurdistan 01:31 PM - 2026-09-22 -
Komandoyên Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge pêşerojeke geştir misoger dike
Kurdistan 08:15 PM - 2026-09-21 -
Zeydî:Heta 30ê Hezîrana sala hemû kom dê çekên xwe radest bikin
Êraq 10:01 AM - 2026-09-22 -
Firqeya El Emşat ji navenda navçeya Şiyê vedikişe
Kurdistan 11:01 AM - 2026-09-22






Aplîkêşin

