Bi hezaran Kurd li Qamişlo: Zimanê me nasname û pêşeroja me ye

Kurdistan 04:40 PM - 2026-09-22
Wêneyekê Xwepêşandana Ziman li Qamişlo ANHA

Wêneyekê Xwepêşandana Ziman li Qamişlo

Zimanê Kurdî Rojavayê Kurdistanê

Bi hezaran Kurd ji hemû gund û bajarok û deverên herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo kombûn û bi yek dengî daxwaza bi fermi kirina zimanê Kurdî û bi cihkirina wê di destûra Sûriyê de kirin.

Beşdarên di kombûna girseyî de ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve li pêş Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê li Qamişloyê hat lidarxistin û bi dirûşma "Zimanê me nasnameya me ye" hate destpêkirin, xwepêşanderan tekez kirin ku zimanê kurdî yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye ku bi hewl û fedakariya bi hezaran kesan pêk hatiye.

Bi hezaran welatiyên kurd ku ji bajar û bajarokên cûrbecûr ên herêma Cizîrê (Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Til Temir, Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê) hatibûn, bi nîşan û alên kurdî tevlî çalakiyê bûn, nerazîbûna xwe nîşan dan ku xwendina bi zimanê kurdî li sê dersên di hefteyê de tê sînorkirin, û daxwaz kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bê misogerkirin û zimanê kurdî li Sûriyê wekî zimanê fermî bê naskirin.

Hêjayî gotinê ye ku, çalakî û bertekên gel ji bo rûniştandina statuya zimanê kurdî û parastina wê ji dûrxistin û bêparbûnê di nava Destûra Sûriyê de didomin. Ev yek bi taybetî piştî biryara Wezareta Perwerde û Fêrbûnê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di 27ê Tebaxa derbasbûyî de hat dayîn ku xwendina zimanê kurdî li sê dersên di hefteyê de sînordar kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket