Konsulê Giştî yê Çînê: Xebata Serok Mam Celal ji bo kûrkirina aştiyê bû

Kurdistan 05:17 PM - 2026-09-22
Konsulê Giştî yê Çînê li ser mezarê Mam Celal Taybet

Konsulê Giştî yê Çînê li ser mezarê Mam Celal

Serok Mam Celal

Roja 22ê Îlona 2026an de, Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê, Lio Jun, serdana mezara Serok Mam Celal kir û ji aliyê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal, Serokê Saziya Serok Celal Talebanî Balyoz Dr. Mihemed Sabîr û Yûsif Zozanî ve hat pêşwazîkirin.

Bi boneya bidawîhatina erka wî li Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê Lio Jun bi rêzdarî gurzê gulan wek nîşanên rêz û wefayê danî ser mezarê Serok Mam Celal û di deftera bîranînan de bi rêzdarî behsa rola, xebat û serokatiya Serok Mam Celal kir, wekî yekem Serokomarê Îraqa federal ku xebata ji bo kûrkirina aştiyê û nêzîkkirina aliyên dijber bûye.

Li hemberî vê yekê, Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal spasiya birêz Lio Jun kir ji bo xebat û xizmetên wî wekî Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket