Hejmarek koçberên Kurd xeniqîn

Cîhan 04:07 PM - 2026-09-22
Belemeke Koçberan li Yunanê Ajans

Belemeke Koçberan li Yunanê

Koçber

Di Deryaya Navîn a Spî de 18 koçberên Kurd di dema hewldana wan ji bo gihîştina Îtalyayê de xeniqîn, piştî ku belema wan ji peravên Lîbyayê ber bi wî welatî ve bi rê ketibû.

Roja 5ê Tebaxa îsal de, ew 18 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê devera Ranya û Qeladizê yên Herêma Kurdistanê ne, ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketine, lê ji 9ê Tebaxê ve hemû peywendiyên wan bi kesukarên wan re qut bibûn.

Di wê derbarê de, çalakvanê biwarê koçberan Renc Pişderî dibêje: Piştî li dûvçûneke hûr û serdana Îtalyayê û peywendîkirina bi aliyên peywendîdar ên herdu giravên Palêrmo û Kalabriyayê re, di nav de nexweşxane, girtîgeh, bingehên polîs û Xaça Sor, ti zanyariyeke fermî li ser wan koçberan dest nexistine.

Paşê rêxistineke Almanî ya taybet bi koçberan bi navê SOS, bi rêya firokeyeke çavdêriyê, wêne girtine ku 11 term li ser belemeke şikestî di Deryaya Navîn de hene.

Bi vê yekê jî hatiye piştrastkirin ku tevahiya koçberên belemê xeniqîne û termên wan jî di nava deryayê de hatine dîtin, wekî ku ew çalakvan behs dike, di yek ji wêneyan de diyar dibe ku yekî ji qurbaniyan li ser sîngê xwe tatû çêkiriye û nivîsandiye "Dayê giyan", ev yek jî piştrast dike ku ew hemû yek grûp bûn û Kurd in.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket