Serokomar tekezî li misogerkirina mafên cotkarên Kerkûkê dike

Êraq 02:24 PM - 2026-09-22
Civîna Serokomar bi nûnerên cotkarên Kerkûkê re Ragihandina Serokomar

Civîna Serokomar bi nûnerên cotkarên Kerkûkê re

Serokkomarê Îraqî

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Sêşemê 22ê Îlona 2026an li Koşka Selam a li Bexdayê, pêşwaziya şandeya nûnerên cotkarên parêzgeha Kerkûkê kir.

Di civînê de, ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî û hejmarek ji endamên Encûmena Nûneran jî tê de amade bûn, çend pirsên têkildarî kerta çandiniyê li parêzgeha Kerkûkê, rewşa cotkarên wê û rêyên çareserkirina astengên li pêşiya wan hatin gotûbêjkirin. Her wiha girîngiya dabînkirina pêdiviyên berhemanîna çandiniyê û piştevaniya hewlên pêşxistina wî kertî hat tekez kirin.

Serokomar tekezî li pêwîstiya girîngîpêdana bi cotkaran û bersivdana pêdiviyên wan kir, bi awayê ku bibe sedema çalakirina tevgera çandiniyê û xurtkirina berhema xwecihî. Her wiha da xuyakirin ku pêwîste ev pirs di çarçoveyên yasayî de werin çareserkirin, ku mafên wan misoger bike û xizmeta berjewendiya giştî bike.

Ji aliyê xwe ve, endamên şandeyê çend daxwaz û pêşniyarên têkildarî rewşa çandiniyê li parêzgehê xistin rû, û spasiya xwe ji bo giringîpêdana Serokomar bi pirsgirêk û pêdiviyên cotkaran diyar kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket