Cîgirê serokê herêmê piştgiriya Îtalya bilind nirxand

Kurdistan 08:32 PM - 2026-09-22
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Kolonel Filippo Simoncelli, Fermandarê Hêzên Taybet yên Îtalya Ragihandina Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Kolonel Filippo Simoncelli, Fermandarê Hêzên Taybet yên Îtalya

Îro;Sêşem rêkefta (22-09-2026).an Şêx Cafer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê,bi boneya bidawîbûna erkê wî wekî fermandarê leşkerî yê Hêzên Taybet yên Îtalya di hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de, pêşwazî li Kolonel Filippo Simoncelli kir.

Di civînê de, Cîgirê Serokê Herêmê spasiya Kolonel Filippo Simoncelli kir ji bo xebata wî di dema erkê wî de, û pesna wî da wekî fermandarê leşkerî yê Hêzên Taybet yên Îtalya di hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de û di karê wî yê pêşerojê de serkeftin xwest.

Ji aliyê xwe ve, Kolonel Filippo Simoncelli spasiya piştgirî û hemahengiya dezgehên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê di serkeftina karê wî de kir û tekezî li ser girîngiya berdewamiya peywendiyên leşkerî û mirovî û hemahengiya bi Herêma Kurdistanê re kir.

Pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û yekxistina tevahî ya hêzên Pêşmerge tewrek din ya civînê bû.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket