Gotûbêjên di navbera Herêm û Îraqê de ji bo budçeyê tên kirin
Kurdistan 11:21 AM - 2026-09-24
PUKMEDIA
Logoyên Hikûmeya Herêmê û Federal
Bi nêzîkbûna sala nû û amadekariyan ji bo pesendkirina
budceya sala 2027an, civînên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de çirtir
dibin û serê sibê ya îro careke din her du şand civiyan.
Ev yek di demekê de ye ku di civîna xwe ya asayî de ku duh
çarşemê birêve çû, Encûmena Wezîran, şanda bilind a danûstandinê ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê raspard ku di danûstandinên budceya sala 2027an de li ser
hewlên xwe berdewam be ji bo cîgirkirina mûçe, dermalkirin, hêjayên darayî û
pêdiviyên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya xercên siyadî de, mîna Wezareta
Bergiriyê ya Federal. Her wiha girîngiya rola nûner û fraksiyonên kurdistanî li
Bexdayê ji bo parêzgiriyê li ser vê daxwazê di pêvajoya amadekirin û
pesendkirina budceya 2027an de hate dubarekirin.
Di heman demê de para herêmê di budceya Îraqê de,
hewtakirina mûçe û şayesên darayî ên Wezareta Pêşmerge, her demîkirina
girêbestan û damzirandina sê yekemên zanîngeh û peymangehan, ji wan pirsên herî
girîng in ku di navbera herêmê û Iraqê de gotûbêj li ser tên kirin.
Niha li asta bilind a hikûmeta Elî Zeydî û Encûmena Nûnerên Îraqê
de kar li ser amadekirina reşnivîsa budceya sala 2027an a Îraqê tê kirin û
amadekarî tên kirin daku di zûtirîn dem de proje li ser daxwaza herêm û Îraqê û
aliyên siyasî bo Encûmena Nûneran bê şandin û deng li ser bê dan.
Berê, Encûmena Nûnerên Îraqê budceya sê salan (2023, 2024,
2025) pesend kiribû, lê belê ji bo sala 2026an Îraqê qanûna budceyê nebû, ji
ber ku mijûlî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bû. Niha jî hikûmet û
parlamento hewlên xwe xurtir kirine daku di zûtirîn dem de qanûna budceya
2027an bê pesendkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

