Sehaf: Ti belge ku xeniqîna 18 koçberên kurd piştrast bike nîne
Êraq 12:29 PM - 2026-09-26
Ajansa Îraqê
Ehmed Sehaf
Karbidestê Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê radigihîne ku, heta
niha ti daxuyaniyeke fermî ji desthilatdarên Lîbyayê nîne ku xeniqîna 18
koçberên kurd li Deryaya Spî piştrast bike.
Ehmed Sehaf, karbidestê Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê da
xuyakirin ku ew bi hûrgilî çarenûsa wan 18 koçberên kurd in ku bi rêya neqanûnî
derbasî xaka Lîbyayê bûne û niha jî dengê xeniqîna wan di Deryaya Spî de belav
bûye dişopînin.
Wî her wiha da zanîn ku ew ji bo yekalîkirina çarenûsa wan
18 koçberan di nava gotûbêjê de ne bi aliyên ewlehî, tenduristî û Heyva Sor a
Lîbyayê re.
Ehmed Sehaf da xuyakirin ku heta niha ti daxuyaniyeke fermî
ji desthilatdarên Lîbyayê negihiştiye wan ku xeniqîna wan koçberan piştrast
bike.
Ev yek di demekê de ye ku di çend rojên borî de li ser torên
civakî dengoyê xeniqîna 18 koçberên kurd di Deryaya Spî de hat belavkirin, ku
tê gotin ji Lîbyayê bi qeyikê ber bi Îtalyayê ve ketine rê û di rê de qeyika
wan bin av bûye û xeniqîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

