Serokomar çavdêriya merasîma radestkirina 156 qurbaniyên Enfalê dike
Kurdistan 01:12 PM - 2026-09-26
Ragihandina serokomar
Wêneyê Merasîmê
Di bin çavdêriya
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, û bi amadebûna nûnerê Serokomar û Serokê Desteya
Şêwirmend û Pisporan li Serokomariya Dr. Elî Şukrî, îro Şemiyê 26ê Îlona
2026an, li avahiya Wezareta Tenduristiyê, merasîma radestkirin û vegerandina rufatên
(156) şehîdên kurd ên enfalkirî û qurbaniyên gorên bikom bo Herêma Kurdistanê
hate lidarxistin, daku amadekarî ji bo merasîma oxirkirin û veşartinê bên
kirin.
Merasîm bi amadebûna hejmarek berpirs û şêwirmendên
Serokomariyê, nûnerên Wezareta Tenduristiyê, Dezgeha Şehîdan û Dezgeha Şehîd û
Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtina zêrevaniya rûmetê dest pê kir, û di
heman demê de taca kulîlkan li ser rufatên şehîdan hat danîn û sûreta Fatihayê
ji bo giyanê wan hate xwendin.
Rufatên ku îro hatin radestkirin a sêyemîne ya qurbaniyên
kurd ên enfalkirî ne ku rufatên wan di salên 2024 û 2025an de ji gorên Tel
El-Şêxîye yên li navçeya Selman a parêzgeha Musenayê hatine derxistin.
Prose di çarçoveya operasyonên lêgerîna li rufatên
qurbaniyên gorên bikom û naskirina nasnameya wan de birêveçûye, daku werin
vegerandin bo Herêma Kurdistanê û merasîmên oxirkirin û veşartinê di goristanên
taybet de bi awayekî ku li gel statuya şehîdan biguncê bên kirin, û bibe
nîşaneya dilsoziya li hember qurbaniyên wan di rûbirûbûna tawanên ku ji aliyê
rejîma berê ve hatine kirin de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

