Tevî redkirina Trump, Tehran li ser danûstandinan bi sor e
Cîhan 10:14 AM - 2026-09-27
PUKMEDIA
Ebas Êraqcî wezîrê derve yê Îranê
Îran radigihîne ku
danûstandin û dîplomasî tenê rêya çareserkirina alozî û nakokiyan e ligel Amerîkayê
û Îsraîlê. Ev helwesta Tehranê piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald
Trump red kir ku pêşniyara Îranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmiz û
rawestandina şer bipejirîne.
Îro di 27ê Îlona
2026an de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di torên civakî de ragihand: Mercên
me diyar in û her gavek ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmiz ve girêdayî bi
cîbicîkirina wan mercan e, tenê lihevkirinek dikare dawiyê bi vê
qesta-bêserûberiyê bîne.
Ev di demekê de ye ku
hefteya borî Îranê di çarçoveya civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New
Yorkê, pêşniyareke aştiyê bi rêya navbeynkarên Qeterî pêşkêşî Amerîkayê kiribû.
Li gorî gotina Êraqçî, pêşniyar ew bû ku di nava heft rojan de şer bê
rawestandin û tevgera bazirganiyê li Tengavê ji nû ve dest pê bike, da ku rê ji
bo danûstandineke berfirehtir xweş bibe.
Li hemberî vê yekê,
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî pêşniyar red kiriye û da xuyakirin
ku bêhêvîbûna Tehranê sedema vê daxwazê ye. Herwiha Trump li Qesra Spî ji
rojnamevanan re got: "Ew dixwazin li hev bikin ji bo vekirina tavilê ya
Tengavê, ji ber ku bi awayekî giran ziyana wan gihiştiye.
Ligel vê yekê jî,
Wezîrê Derve yê Îranê da xuyakirin ku heta niha navbeynkaran bi awayekî fermî
redkirina Amerîkayê negihandine wan û ew li bendê ne ku bersiva dawî bigihêje
destê wan.
Ji aliyekî din ve,
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvînekê de ligel kenala CBS ragihand
ku Tehran amade ye ji bo danûstandinên li ser bernameya xwe ya etomî û mijarên
din, lê tu cûre zext û ferzkirinekê qebûl nake û got: Îran daxwaza şer nake, lê
dê parvekirina mafên xwe bike û berevaniyê li xwe bike.
Ev di demekê de ye ku
alozî û şerê heft mehî yê li navçeyê û zexta aborî ya li ser Îranê, rêça sereke
ya veguhastina nefta cîhanê asteng kiriye û bandoreke neyînî ya mezin li ser
aboriya cîhanê çêkiriye.
PUKMEIDA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

