Navê Silêmaniyê dikeve pirtûka Gînêsê
Kurdistan 10:38 AM - 2026-09-28
PUKMEDIA
Silêmanî
Logoya Silêmaniyê dikeve pirtûka Gênsê û Gova Ehmed ku
xwediyê bîroka logoyê ye jî eşkere dike, di nêzîk de çavdêrên pirtûkê wê werin vir
û navê Silêmaniyê bi awayekî fermî qeyd bikin.
Gova Ehmed ku xwediyê bîroka logoya Silêmaniyê ye, di
daxuyaniyekê de ji PUKMEDIAyê re ragihand: Di salên 2024, 2025 û 2026an de, me
di Encûmena Bilind a Silêmaniyê ya nivîsa SLEMANI de dest bi nûjenkirina
projeyê û qeydkirina wê di pirtûka Gênsê de kir, ku zêdetirî sê salan e ez
vedigerim Kurdistanê û bi berdewamî di nava hewldanê de me ji bo cîbicîkirin û
nûjenkirina logoya Silêmaniyê, bîrokiyeke ku bi serbilindî ez kar ji bo dikim,
bi armanca ku bikaribe bi awayekî hêja û xweşik, nav û dengê Silêmaniyê û
Kurdistanê zêdetir bide naskirin û di pêşerojê de bibe xizmeteke navneteweyî û
pêngavek ji bo qeydkirina wê di pirtûka Gênsê de.
Derbarê encama hewldanên xwe de jî, Gova Ehmed da xuyakirin:
Ji vir ve ez mizgîniyê didim we ku me navê Silêmaniyê di pirtûka Gênsê de qeyd
kiriye û di nêzîk de çavdêrên pirtûkê wê werin Silêmanî û navê Silêmaniyê bi
fermî were tomarkirin.
Wê her wiha got: Em ê di nêzîk de dest bi karên projeyê
bikin, ji vir ve jî em banga li sermayedar, bazirgan, saziyên û hemû dilsozên
bajêr dikin ku piştgiriya me bikin û bibin alîkarê me, ji ber ku ev kar dikare
bibe beşek ji sîmayiya nû ya Silêmaniyê û xizmetek ji bo bajêr û Kurdistanê, di
heman demê de, bi ronîkirina nivîsê di şevan de, dikare sîmayiyeke xweşik û
cuda bide bajarê Silêmaniyê û bibe diyarî û pîrozbahiyeke xweşik ji bo bajêr.
Wê da xuyakirin ku: Kes mafê wî nîne ku bêyî razîbûn û
destûra me, daxuyanî ou daxuyaniyekê li ser vê projeyê bide, yan projeyê bi
navê xwe pêşkêş û bide naskirin.
Di dawiyê de, Gove Ehmed hêvî kir ku bi alîkarî û piştgiriya
hemû kesên dilsoz û xelkê Silêmanî, em ê vê bîrokê veguherînin karekî dîrokî û
mayînde.
Ev di demekê de ye ku logoya navê Silêmanî ku li Çiyayê Gowêje
hatiye nivîsandin, di sala 2003an de hatiye pêşniyarkirin û di sala 2013an de
lijneyek ji bo hatiye avakirin û di sala 2015an de ketiye warê cîbicîkirinê.
Firehiya wê 350 metre ye û bilindahiya wê ham 50 metre ye. Herwiha, rûberê
projeyê şeş hezar û 600 metre çargoşe ye û 10 donim erd ji bo hatiye
terxankirin, û projeyê 170 milyon dînarekî Îraqî lêçûn kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

