Qubad Talebanî peyamek li ser vekişîna Hêzên Hevpeymanan belav kir
Kurdistan 09:14 PM - 2026-09-30
Nivîsingeha Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên hevpeyman dê ji Îraq û Herêma
Kurdistanê vekişin, em ji bo hemû alîkariyên wan yên ji bo hêzên
Pêşmerge û Artêşa Îraqê di şerê li dijî terorê û parastina ewlehî û aramiyê de
li Îraq û Kurdistanê spasdar in.
Naveroka daxuyaniya Qubad Talebanî:
Di roja
bidawîhatina erka hevpeymaniyê û vekişîna hêzên wan ji Îraq û Herêma Kurdistanê
de,em ji bo
hemû alîkariyên wan yên ji bo hêzên Pêşmerge û Artêşa Îraqê di şerê li dijî
terorê û parastina ewlehî û aramiyê de li Iraq û Kurdistanê spasdar in.
Her weha di vê rojê de, em hemû şehîdên Pêşmerge, Artêşa Îraqê û
hevpeymanan bi bîr tînin û silav li giyanê wan dikin.
Me li Herêma
Kurdistanê di sê qonaxên girîng û biryardar de wekî ragihandina herêma qedexeya
firînê di sala 1991.an de, bi taybetî ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve,
alîkariya hevpeymaniyê wergirtiye û emê qet hilweşandina dîktatoriya Beisê di
sala 2003.an de û şerê li dijî terorîstên DAIŞê piştî wê ji bîr nekin.
Di dema niha
de jî, vekişîna
hevalbendan û vegera serweriya tevahî bo Îraqê kêliyek dîrokî ya girînge ji bo Îraq
û Herêma Kurdistanê, hem ji bo hikûmetên federal û hem jî ji bo hikûmetên
herêmî û hemû hêzên siyasî yên li Îraq û Kurdistanê û em hemû bi
berpirsiyariyeke mezin re rû bi rû ne;divê em ji welatiyên Îraqî û civaka navneteweyî re îspat bikin
ku em dikarin serwerî, ewlehî û aramiya welatê xwe biparêzin.ev erk jî bêyî
hevkariya di berjewendiya giştî de û bêyî bicîhanîna tevahî ya destûrê nayê
bidestxistin.
Wek hêzên
siyasî yên Kurdistanê, em bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne,erka me ye
ku em bi yekîtî û lihevkirinê ji bo xurtkirina saziyên rewa û ber bi
rêveberiyeke baştir, xizmetguzar û dadperwertir ve biçi, ji ber ku di dawiyê de, destkeftiyên
dîrokî yên gelê me tenê bi piştgirî û baweriya welatiyên me dikarin werin
parastin.
Di dawiyê de, em ji welatiyên xwe re piştrast dikin ku hevkarî û hevahengiyek
pir baş di navbera her du hikûmetên federal û Herêm de heye, û hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê jî di asta herî bilind de n;wekî herdem, ew amade ye ku canê xwe
feda bike ji bo parastina xaka Kurdistanê û milkê welatiyan ji her gefê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

