Zeydî: Em ê dest bi kirîna sîstema parastina ezmanî bikin û qanûna Heşda Şeibî derxînin
Êraq 10:10 AM - 2026-10-01
Ragihandina Encûmena Serokwezîran
Elî Zeydî
Serokwezîr Elî El-Zeydî îro Pêncşemê, ragihand ku 1ê Tîrmehê
destpêkeke cidî ye ji bo çareserkirina mijara çekên ku li derveyî kontrola
dewletê ne, di heman demê de tekez kir ku hikûmet dê dest bi kirîna sîstema
parastinê ya ezmanî ya tam bike û qanûna Heşda Şeibî yasa bike.
El-Zeydî di daxuyaniyekê de got: Em pîrozbahiyê li gelê Îraqê
dikin bi boneya vê roja mezin, 1ê Tîrmehê ya sala 2026an, û serkeftina neteweyî
ya mezin a bi dawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê, û vekişîna hêzên
wê bi awayekî tam û dawîn (bejahî, esmanî û deyayî), û bidestxistina serweriya Îraqê
ya tam û berfireh.
Wî diyar kir ku bidestxistina serweriya neteweyî ya berfireh
destkeftiyeke neteweyî ya mezin e ku her Îraqiyek pê serbilind û serfiraze, ku
bi saya xwedê teala û rola berbiçav û girîng a Mercîeya Olî ya Bilind pêk hat.
Wî destnîşan kir ku "roja 1ê Tîrmehê ya sala 2026an,
wekî destpêkeke cidî ji bo çareserkirina mijara çekên li derveyî kontrola
dewletê û pabendbûna bi erkên destûrî re tê dîtin, li gorî nexşerêyeke zelal û
nexşeyên demkî yên li ser lihevkirî ku ji 30ê Hezîrana 2027an derbas nabin, û
li gorî prensîba destûrî ya ku biryara şer û aştiyê dide dest desthilatên
destûrî, û qedexekirina her kareke leşkerî ya li dijî wê, wî her wiha da zanîn
ku "hikûmet li gorî destûrê dê bixebite ji bo standina çekan ji destên
komên çekdar ên ne Îraqî yên ku li ser axa Îraqê ne bi awayekî tam.
Û wî da xuyakirin ku "Hikûmeta Îraqê pabendbûna xwe ya
destûrî tekez dike ku nahêle ax û esmanê Îraqê ji bo tu karekî ku ewlehiya
welatên cîran bixe metirsiyê, bibin destpêk an derbasgeh, herwiha red dike ku
ax an esmanê tu welatî ji bo êrîşkirina ser Îraqê bên bikaranîn, li ser bingeha
prensîbên serweriya dualî, cîrantiya baş û destwernedanê di karên navxweyî de,
û da zanîn ku "Hikûmet dê dest bi piştevaniya saziyên ewlehiyê bike bi
kirîna sîstemeke parastina esmanî ya tam, daku serweriya esmanî ya temam a
dewleta Îraqê bê xurtkirin, û derxistina qanûna Heşda Şeibî û cîgirkirina
statuya wê di nava sîstema ewlehiyê de, wekî beşekî veqetandî di bin fermana
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de.
Wî tekez kir ku gava Îraqê qonaxa dirêj a şer û rûbirûbûna
terorê û binpêkirina serweriya neteweyî û dana qurbaniyên mezin derbas kir, Îraq
li bendê ye ku bikeve qonaxeke nû ji bo bidestxistina serweriya neteweyî ya
tam, xurtkirina aştiyî civakî, aramî û geşepêdanê, û arastekirina şiyanên
dewletê û çavkaniyên wê ber bi geşepêdana berdewam ve, baştirkirina jiyana
welatiyan û pêşkêşkirina xizmetên pêwîst, û avakirina pêşerojake ewle û aram ji
bo nifşên pêşerojê.
Û wî tekez kir ku "Yekê Tîrmehê destpêka qonaxeke nû di
rêça Îaqê de nîşan dide, dewletek bi serweriya temam, xurt bi saziyên xwe, ku
serî li destûr, qanûn û prensîbên qanûna navneteweyî dide, û bi têkiliyên
hevseng ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina dualî ne, deriyê
xwe li ser derdorê xwe yê herêmî û navneteweyî vedike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

