Trump li ser pêşniyara Îranê: Ya ku min berî salekê red kir îro jî qebûl nakim
Cîhan 04:51 PM - 2026-10-01
Kovara Time
Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku destpêkirina
êrîşên nû li ser Îranê pêkane û da xuyakirin ku Îraniyan pêşniyarek derbarê
vekirina Tengava Hurmizê de pêşkêş kirine.
Trump di daxuyaniyên xwe de ji bo kovara "Time" a
Amerîkî ku îro Pêncşemê hatine weşandin, got: "Îran di rewşeke gelekî
xirab de ye û aboriya wê hilweşiyaye." Wî diyar jî kir ku "Îranî
dixwazin peymanekê çêbikin, lê ez dixwazim ku ew peymaneke rastîn be."
Derbarê redkirina xwe ya ji bo pêşniyara herî dawî ya Îranê
ya ji bo rawestandina şer de, Trump got: "Ya ku min berî salekê red kir,
ez îro jî qebûl nakim," û da xuyakirin ku "Îraniyan pêşniyarek
derbarê vekirina Tengava Hurmizê de pêşkêş kirin, û min li hin aliyên wê nêrî
ne li hemûyan, lê bi kurtî ew ne bes e."
Trump da xuyakirin ku "destpêkirina êrîşên li ser Îranê
piştî hilbijartinên nîvê serdemê li Amerîkayê pêkane." Tekez jî kir ku
"Wîlayetên Yekbûyî Amerîka Tengava Hurmizê di rûyê Îranê de girtiye û di
bin kontrola wan de ye."
Duh roja Çarşemê desthilatdarên Îranê ragihandin ku wan
bersiva fermî ya Amerîkayê ya li ser pêşniyara xwe ya ji bo bidawîkirina şerê
li Rojhilata Navîn wergirtine, ev jî çend roj piştî ku Trump plan red kir.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Muhaceranî got: "Wezîrê
Derve Ebas Îraqçî di civîna hikûmetê de pêşniyara Amerîkayê pêşkêşî Serokomar
Mesûd Pizîşkiyan kiriye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

