Serokwezîrê Îraqê: Yekxistina hêzên pêşmerge, yekrêziya biryara ewlehî û leşkerî xurtir dike
Êraq 11:12 PM - 2026-10-01
Ragihandina serokwezîr Elî Zeydî
Elî Zeydî serokwezîr
Serokwezîrê Îraqê radigihîne: Yekxistina hêzên pêşmerge, yekrêziya biryara ewlehî û leşkerî xurtir dike Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîr ragihand ku êvara îro
pêncşemê, serokwezîrê Îraqê serperiştiya «Konferansa Roja Serweriyê» kir, bi
amadebûna Heybet Helbûsî serokê Encumena Nûneran û hejmarek ji berpirsan,
serokên hêzên siyasî, nûnerên şandên dîplomatîk û kesayetiyên civakî. Di heman
demê de, di gotarekê de Elî Zeydî serokwezîrê Îraqê ragihand: Îro hewl û
xebatên gelê Îraqê bi destkeftinekê digihin encamê ku hêjayî Îraq û serweriya
wê ne û berhemê sebir û xebata berdewam diçinîne, welatê me bi bereketa xwîna
şehîdên xwe karî ku yek ji mezintirîn şerên dîroka nûjen derbas bike û bingehên
serweriya xwe li ser xak, asiman û avê herêmên xwe temam bike.
Wî her wiha ragihand: Îraq dewletek e ku bingehên serweriya
siyasî, aborî û ewlehî tê de cîgir dibin, desthilata qanûnê li seranserê axa
xwe serdest dibe û dewlemendiyên wê jî li gorî destûrê di destê xizmên Îraqiyan
de ne. Me di hemû ceribandinên çetinde de serketin bi dest xist, heta gihîştina
vê demê niha ku gelê me biryara xwe ya ji bo parastina dewlet û sîstema wê nû
dike û rê li ber wan kesên ku berjewendiya giştî dikin dergehek ji bo
destkeftiyên xwe yên taybet digire.
Serokwezîrê Îraqê da xuyakirin ku ew serweriya ku Îraqê îro bi dest xistiye, di
gelek rastiyên niştimanî yên temamkirî de xwe dide der, ku ev in:
Yekem: Vekêşana hêzên biyanî û bidawîbûna tam a erka
hevpeymaniya navneteweyî li Îraqê.
Duyem: Lihevkirina li ser vekêşana hêzên Tirkiyeyê û
çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bidawîanîna hebûna komên çekdar ên
biyanî li ser axa Îraqê.
Sêyem: Yekxistina hêzên pêşmerge, bi wî rengî ku
yekrêziya biryara ewlehî û leşkerî xurt bike.
Çarem: Bidawîanîna hebûna her opozîsyoneke çekdar a
biyanî li ser axa Îraqê û rêgirtina li wê yekê ku Îraq bibe baregehek ji bo
êrîşkirina ser welatên cîran.
Pêncem: Kontrolkirina dosya çek li gorî destûr û
qanûnê û li gorî wê bernameya demkî ya ku li ser hatiye lihevkirin ji bo
çareserkirina rewşa koman û tevlîkirina wan di nava saziyên dewletê de.
Şeşem: Destpêkirina avakirina sîstemekî niştimanî yê
xurt ê parastina asmanî ji bo xurtkirina şiyanên Îraqê di parastina asman û
serweriya xwe de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

