Trump: Şerê bi Îranê re dê zû biqede û Pizîşkiyan tekez dike ku Tehran ji diyalogê nareve
Cîhan 05:48 PM - 2026-10-02
PUKMEDIA
Hurmiz
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Amerîka nizane divê bi
kê re têkiliyê deyne li Îranê.
Trump daxuyaniyên derbarê şer de got: Ji mehan ve ti
keştiyeke Îranî nikariye Tengava Hurmizê derbas bike, di heman demê de
destnîşan kir ku şerê bi Îranê re wê zû biqede.Destnîşan jî kir ku Hêza Deryayî
ya Amerîkayê dorpêçê li ser Îranê datîne, û tekez kir ti keştiyeke îranî
nikariye Tengavê derbas bike.
Trump got ku Îran carinan hewl dide mînên deryayî biçîne, lê
hêzên Amerîkî wan radike, û destnîşan kir ku Tehran xwediyê radarên pêşketî nine
û tiwaneya wê ji bo pîşesaziya leşkerî hilweşiyaye, û piraniya serokên wê çûne,
û tekez kir ku DYA nizane piştî çûyîna piraniya serokên wê, li Îranê bi kê re
têkiliyê deyne.
Wî zêde kir: Em ê bi hêsaniyeke mezin bi ser bikevin, û
destnîşan kir ku ew bawer dike serkeftin wê rasterast piştî hilbijartinên nîvê
serdemê (di Mijdara bê de) an jî dibe ku berî wê" pêk were.
Trump gotina xwe wiha qedand: Hin mûşekên wan hene, lê em
dikarin vê yekê çareser bikin.
Di vî warî de, rojnameya Wall Street Journal ragihand
ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê (Pentagon) keştiya balafiran a binavê
"Theodore Roosevelt" û koma wê ya şer şandiye Rojhilata Navîn, di
demekê de ku Serok Donald Trump gefa zêdekirina bombebaranên li ser Îranê piştî
hilbijartinên navwext dixwe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Îranê Mesûd Pijîşkiyan got ku welatê
wî dê ji diyaloga Amerîkayê re nareve, di demekê de ku Tehran li bersiva
Amerîkayê ya li ser pêşniyarên xwe yên herî dawî ji bo vejandina peymana
agirbestê dinêre.
Ajansa nûçeyan ya Îranê Tesnîm ji zimanê Pijişkiyan
veguhest ku gotiye: Me tu carî ji danûstendinan nerevîne , her çend Dewletên
Yekbûyî tevî îmzekirina peymanê jî 3 caran êrîşî welatê me kir.
Daxuyaniyên Serokê Îranê piştî wê yekê hatin ku Tehranê
ragihand wê bersiva Amerîkayê ya li ser pêşniyareke nû wergirtiye ku tê de
daxwaza rawestandina pevçûnan û vekirina Tengava Hurmizê di nava 7 rojan de tê
kirin, eger li ser bê lihevkirin.
Li gorî berpirsan, her du alî di piraniya pêngavên pêwîst de
li hev dikin, lê nakokî hîn jî li ser rêza cîbicîkirina wan berdewam dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

