Peyama Nizar Amêdî bi boneya Roja Nîştimanî
Êraq 01:11 PM - 2026-10-03
Nûsîngeha Serokomar
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, di daxuyaniyekê de ragihand:
Bi boneya Roja Nîştimanî ve, em germtirîn pîrozbahî û xweştirîn hêviyên xwe
pêşkêşî xort û keçên gelê xwe dikin.
Naveroka daxuyaniyê:
Bi boneya Roja Nîştimanî ve, em germtirîn pîrozbahî û
xweştirîn hêviyên xwe pêşkêşî xort û keçên gelê xwe dikin.
Di demekê de ku em wêstgeheke girîng a di dîroka welatê xwe
de tînin bîra xwe, ew dema ku Îraq di sala 1932an de bû dewleteke serbixwe û
endam di Komeleya Neteweyan de.
Di vê boneyê de, em sedsalek ji dîroka Îraqê bi hemû bûyer û
werçerxanên ku dîtine ve tînin bîra xwe, her wiha ew şer, qeyran, asteng û
nehemêtiyên ku gelê me tê re derbas bûye; tevî hemû wan tiştan jî, Îraqî bi
welatê xwe ve girêdayî man û karîn bi ser zehmetiyan de serbikevin û careke din
rabin ser piyan.
Îro berpirsiyariya me ew e ku em ji rabirdûyê ders û pendan
werbigirin û xalên ku me dicivînin ji her tiştê ku me ji hev vediqetîne xurtir
bikin, her wiha bi giyanekî nîştimanî yê hevbeş ve di berjewendiya Îraqeke aram
û seqamgîr de bixebitin; dewletek ku jiyaneke hêja û bi rûmet, xizmetguzariyên
çêtir û derfetên kar ên rastîn ji welatiyên xwe re peyda bike.
Avakirina paşeroja Îraqê berpirsiyariya her kesî ye, ev yek
jî pêdivî bi hevkariyeke dilsoz di navbera saziyên dewletê, hêzên nîştimanî û
civakê de heye, ligel danîna berjewendiya welatî û paşeroja nifşan li ser hemû
pîvan û nirxekî din.
Di vê boneyê de em bîranîna şehîdên nîştiman û fedakariyên
wan bilind radigirin û tekez dikin ku di pêşiya me de karekî zêde maye ku em
bikin, di heman demê de derfetên me yên mezin li pêşiya me hene ji bo avakirina
Îraqeke bihêztir, seqamgîrtir û pêşketîtir.
Bila her sal Îraq û gelê xwê di xêr û xweşiyê de bin.
Nizar Amêdî
Serokomar
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

