Lîwa Miqdad Mîrî: Di heyvekê de 308 kes hatin girtin
Êraq 02:27 PM - 2026-10-03
INA
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê
Îro;Şermî
rêkefta (03-10-2026).an Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku di heyva
Îlonê de 308 kes bi tometên cûr bi cûr hatine girtin, ji bilî desteserkirina
çek, cebilxane, madeyên hişber û pereyên next.
Lîwa Miqdad Mîrî, Berpirsê Beşa Peywendî û Ragihandinê ya Wezareta Navxwe
ya Îraqê, ragihand ku di encama operasyonên ewlehiyê yên ji aliyê yekîneyên
beşa bersiva bilez ve hatine kirin de 308 kes bi tohmetên cûr bi cûr hatine
girtin, kesên ku hatine girtin 31 kes bi tawanên girêdayî gendeliyê û 55 kes bi tawanên
girêdayî madeyên hişber û 16 kes li gorî madeya 4.emîn ya Yasaya Dijî Terorê
têne tawanbarkirin û 206 kes jî ji ber tawanên cûr bicûr yên din fermana
girtina wan heye.
Her weha aşkere kir ku girtin bi riya 124 operasyonên ewlehî û taybet
hatine kirin,di heman demê de operasyonên meydanî 196 dewriyeyên ewlehî û 78 bûse
û xalên kontrolê li xwe digire; ji bilî avakirina 101 xalên kontrolê yên
ewlehîyê, wî her wiha destnîşan kir ku du operasyonên lêgerîn û paqijkirinê, sê
operasyon ji bo rakirina destdirêjiyê û çareserkirina sê nakokiyên eşîrî hatine
lidarxistin.
Navbirî got: Di lêgerînê de 21 çek, 388 teqemenî û 131 gule
hatin desteserkirin û ew kelûpelên desteserkirî şeş milyon û 47 hezar Dînarên Îraqî
û milyonek Dolarên Amerîkî,her wiha 18 telefonên desta û kelûpelên din di nav
xwe de digirt.
Di têkoşîna li dijî madeyên hişber de, yekîneyan 1425 gram Krîstal, 305
gram Esrar û 92 hebên madeyên hişber yên cûr bi cûr, digel alavên madeyên
hişber desteser kirin.
Her weha got: Ev encam di çarçoveya ewlehî û erkên taybet de ne ku
yekîneyên Beşa Bersivdayîna Bilez ji bo zêdekirina ewlehiyê û şopandina kesên
xwestî, şerê tawan û madeyên hişber û sepandina serweriya yasayê dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

