Avesta li Amedê xelata rûmetê pêşkêşî Celîlê Celîl dike
multimedia 04:26 PM - 2026-10-06
Ajans
Prof. Dr. Celîlê Celîl
Xelata Rûmetê ya Weqfa
Kulturî ya Avestayê sala pêşî digihe Celîlê Celîl, bi vê minasebetê 26ê mijdarê
2026`an li Amedê (Diyarbekrê) merasîmek û panelek tê çêkirin û xelat li wir tê
pêşkêşkirin.
WEQFA KULTURÎ YA AVESTAWeqfa Kulturî ya Avestayê di 2026an de hat damezirandin û bi damezirandina xwe re biryarek jî da ku her sal li ser navê şexsiyetekî dîrokî yê kurdan “Xelata Rûmetê” bide. Xelata sala 2026an li ser navê dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî bû.
Lijneya Rêveberiyê ya Weqfê bi kêfxweşî biryar da ku Xelata Rûmetê ya Avestayê ya ji bo sala 2026an pêşkeşî rêzdar Prof. Dr. Celîlê Celîl bike.
CELÎLÊ CELÎL 90 SALÎ YECelîlê Celîl, ji nîvê duyemîn ê sedsala 20an heta roja me yek ji giringtirîn kesayetî ye ku di warê kurdnasiyê de xebatên xwe didomîne. Celîl, li zanîngehên Erîvan û Lenîngradê xwendina bilind temam kiriye û bi teza xwe ya li ser serhildanên kurdan ên sedsala nozdemîn di sala 1963an de pileya doktorayê wergirtiye. Celîl di navbera salên 1963-1993an de li Akademiya Zanistan ya Sovyetê mamostetî kiriye.
Wî ligel birayê xwe Ordîxanê Celîl ji bo ronîkirin û tomarkirina dîrok, çand û folklora kurdî bi sedan xebat kirine. Ji sala 1994an vir ve wî ligel komek hevalên xwe Înstîtûta Kurdzaniyê ya Wienê damezrandiye û xebatên xwe di bin banê vê dezgehê de bênavber didomîne.
Jiyan û keda Celîlê Celîl; ne tenê serkeftineke bilind a akademîk e, di heman demê de semboleke geş a berxwedana çandî û têkoşîna nasnameya kurdî ye. Ew zanyarekî mezin ê akademîk, kesayetiyekî naskirî yê qada navneteweyî û yek ji alahilgirên herî giring ên rewşenbîriya kurdî ye.
CELÎLÊ CELÎL XEZÎNEYA KULTURA KURDÎ YERêzdar Celîl, nirx û xezîneya kultura kurdî ji bahozên demê parastiye, ew xurt kiriye û bi mîraseke dewlemend veguhastiye bo nifşên siberojê; bi henase û ramanên xwe, bi pênûsa xwe ya zêrîn bûye deng û rengê çanda me. Ev xelat rêzgirtineke ji kûraniya dil, bibîranîneke biheybet û spasiyeke kûr e ji bo ked, xebat û temenê ku wî di hembêza çanda kurdî de derbas kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

