Îraq daxwaza Sûriyê ya wergirtina 4 hezar girtiyan red dike
Êraq 10:30 AM - 2026-10-10
PUKMEDIA
Kampa Hol
Desthilatdarên Îraqê daxwaza Sûriyê ya ji bo vegerandina
nêzîkî 4 hezar girtiyên Sûrî yên ku bi endamtiya rêxistina "DAIŞ"ê
tên tawanbarkirin red kir. Li gorî nûçeya ajansa "Associated Press" ew girtî
di sala îsal de ji girtîgehên li Sûriyê hatibûn veguhestin bo Îraqê.
Ajansê ji zarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim
El-Ebûdî veguhest ku, vê dawiyê civîneke bi beşdariya berpirsên ji Îraq, Sûriyê
û Amerîkayê hate lidarxistin daku çarenûsa girtiyan gotûbêj bikin. Wî diyar kir
ku Şamê xwestiye 4 hezar Sûrî werbigire da ku li ser xaka xwe wan darizîne, lê
Bexdayê ev daxwaz red kiriye.
El-Ebûdî da xuyakirin ku Îraqê nêzîkî 50 girtiyên Sûrî
vegerandine Sûriyê, piştî ku piştrast bûn ku ew ne endamên rêxistina DAIŞê ne,
di heman demê de nêzîkî 4 hezar Sûrî ku tê bawerkirin endamên sereke yên DAIŞê
ne, hê jî li nav Îraqê di girtîgehan de ne.
Wî tekez kir ku lêpirsînên bi girtiyan re berdewam in û bal
kişand ser wê yekê ku her kesê ku berpirsiyariya wî di encamdana tawanan de li
nav Îraqê diyar bibe, dê li gorî qanûnên Îraqê bo dadgehê bê şandin.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê destnîşan kir ku
girtiyên ku girêdayî welatên ku cezayê darvekirinê bi cih nayînin, ev ceza li
ser wan nayê sepandin, û anî ziman ku di rewşa hebûna peymanên danûstendina
girtiyan de bi Îraqê re, îmkana veguhestina kesên hatine sizadan ji bo welatên
wan heye daku cezayên xwe temam bikin.
Derbarê mesrefan de, El-Ebûdî eşkere kir ku Bexdayê daxwaz
ji Amerîka û welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî "DAIŞ"ê
kiriye ku 500 milyon dolarî peyda bikin da ku beşdarî di mesrefên girtina
gumanbaran û ewlehiya girtîgehan de bikin. Wî da xuyakirin ku hevpeymaniyê
amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina piştgiriyê nîşan da, lê heta niha Îraqê ti
fînansman wernegirtiye.
Li gorî ajansa "Associated Press", desthilatdarên
Sûriyê hê ti bersiv nedaye daxuyaniyên El-Ebûdî yên derbarê redkirina Îraqê ji
bo radestkirina girtiyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

