Dîdara MÊRÎ li Hewlêrê birêve çû

Kurdistan 10:26 AM - 2026-10-12
Dîdara Mêrî PUKMEDIA

Dîdara Mêrî

Hewlêr

Li bajarê Hewlêrê, karên Dîdara Mêrî a 2026an bi beşdariya berpirs, siyasetmedar û dîplomatên ji Îraq, Sûriye û welatên din, bi armanca gotûbêjkirina paşeroja Sûriyê, ewlehiya enerjiyê, peywendiyên herêmî û astengên siyasî û aborî, dest pê kirin ku ji aliyê dezgeha El-Şerq El-Ewset bo Lêkolînan ve hatiya birêxistin kirin.

Di Dîdarê de gelek berpirsên ji deverê beşdar in, di nav de Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê jî beşdar bûn, wê tîşk bixin ser çend pirsên girîng û hestiyar li navxwe û navçeyê. Îro Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dê li ser avakirina Kurdistaneke bihêztir, yekîtî, ewlehî û hevbeşiya navçeyî axaftinekê bike.
Ji aliyê Sûriyê ve, siyasetmedara kurd Îlham Ehmed, şêwirmendê serokatiya Sûriyê Mezlûm Ebdî, şêwirmendê bilind ê wezîrê derve yê Sûriyê Necîb Xezban, ligel şêwirmenda serbixwe ya di warê pêşketin û karûbarên siyasî de Zozan Elûş beşdar dibin.

Rûniştin her wiha behsa ewlehiya enerjiyê li Herêma Kurdistanê, siyaseta diravî ya Îraqê, balansên nû yên herêmî, paşeroja fedralîzmê û pêvajoya aştiyê û lihevkirina siyasî ya di navbera Tirkiye û kurdan de, digel paşeroja kurdan a li Sûriyê û pirsên tevlêbûn û mafên siyasî dikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket