Serok Bafil: Pirsgirêkên me bi PDK re ne mezin in û em dikarin bi diyalogê Îraqê bi rê ve bibin
Kurdistan 11:44 AM - 2026-10-12
PUKMEDIA
Dîdara MERI
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê, di Dîdara MERI de ragihand: Herêm di bin metrasiyeke mezin de ye û
pêwîst e em siyasetatiya xwe li Bexdayê biguherînin, ji ber ku Îraqeke
dewlemend û aram tê wateya Kurdistaneke dewlemend û aram.
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê, di dîdarê de di bin navnîşana “Li wê deverê ya ku em tê de hevpar
in Pêşxistina aramî, hevkarî û xweşguzarî” derbarê avakirina Kurdistaneke
xurttir, yekgirtin, aram û hevpişkiya navçeyî de ragihand ku herêm di rewşeke
metirsîdar de ye û giring e ku em wekî welatên derdora xwe xwe amade bikin û bi
aliyên din re li hev bikin ji bo rûbirûbûna rewşê, ji ber ku ji aliyê aborî ve
rewşa hemû cîhanê xirab e û li Îraq û Kurdistanê jî metirsiya ewlehî û aborî
heye, lewma pêwîst e em çareyan bibînin.
Wî her wiha got: Divê em hemû piştgiriyê bidin proseya
aştiyê, di vê demê de jî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kar li ser
peywendiyên dîrokî dike û di çend waran de wan bi pêş ve dibe, di heman demê de
peywendiyên me yên navdewletî gelekî baş in û bi piraniya aliyan re peywendiya
me heye û peyama Yekîtiyê jî zelal e.
Yekîtî tu carî ne bûye û nebê şopdarê ti kesî
Derbarê têkiliyên navneteweyî yên Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK) de, Serok Bafil diyar kir û got: Ez serbilind im ku têkiliyên
me bi Amerîka, Îran, Rûsya, Brîtanya û gelek welatên cîhanê re hene, lê YNK tu
carî ne bûye şopdarê ti kesî û wê nebe jî, ji ber wê yekê her kesê ku dibêje
YNK rojev an biryarên welatan cîbicî dike, tu tiştî di siyasetê de fêm nake.
Li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî, wî
da zanîn: Danûstandinên ji bo avakirina hikûmetê pêşveçûnan bi xwe re tînin, û
em dikarin di nava 24 demjimêran de hikûmetê pêk bînin, lê divê em pêşî
pirsgirêkên heyî çareser bikin. Di van rojên borî de civînên baş hatine kirin,
li wir birêz Qubad Talebanî û Mesrûr Barzanî hevdîtinên gelekî erênî di vî warî
de pêk anîn, her wiha min bixwe jî bi birêz Şaswar Ebdulwahîd re hevdîtin kirin
û têkiliya me bi hemû aliyan re heye û civînên din ên alîkî dûrî çavên medyayê
jî hene.
Serok Bafil her wiha zêde kir: Heke şer careke din derkeve,
di nava Yekîtiya Nîştimanî de bernameya me ya taybet heye, û em dikarin mil bi
milê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelê xwe biparêzin, ji ber ku
kordînasyoneke baş di navbera me de heye.
Îran xwedî xêzên sor e
Têkildarî vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê got: Amerîka dikarîbû
bi hêsaniyek mezin vegere Îraqê ji ber hebûna xwe li Urdinê, ku bi tenê 17 xulek
dûrî wê ye.
Derbarê çekdanîna komên çekdar de li Îraqê, Serokê Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê got: Piraniya van koman bi radestkirina çekên xwe razî
ne, û bi alîkariya Îranê em dikarin wan koman vegerînin da ku di bin sîwana
hikûmeta Îraqê de bin, lê ev yek dem û pêbaweriyê dixwaze.
Wî zêde kir: Îran xwedî çend xêzên sor e, û eger em derbasî
wan xêzan nebin, Îran dê nebe gef li ser me. Ji ber vê yekê, di serdana xwe ya
dawî de bo Îranê, me gotûbêj kir ka em ê çawa Kurdistanê bi giştî biparêzin di
rewşeke ku şerekî nû di navbera Amerîka û Îranê de derkeve.
Îraqa xurt û yekgirtî di berjewendiya hemûyan de ye
Serokê Yekîtiya Nîştimanî got: Serokwezîrê niha yê Îraqê
dixwaze guhertinên bingehîn bike û di heman demê de nêrîneke wî ya xirab li
hember hikûmeta Herêmê nîne, ev jî ji bo kurdan tiştekî bi sûde û divê hemû
Kurdistan fêm bike ku îro ne wekî salên 2003 û 2004an e ku wê demê Îraq qels bû
û Herêm xurt bû, lê îro berevajî vê yekê ye, Îraqeke xurt û geş tê wateya
Kurdistaneke xurt û geş.
Rêkeftina me bi "Nifşê Nû" re cidî ye
Derbarê rêkeftina di navbera Yekîtiya Nîştimanî û Nifşê Nû
de wî got: Rêkeftina me bi Tevgera Nifşê Nû re cidî ye, ji ber ku ev rêkeftin berî
her tiştî ji bo Partiya Demokrat re fêde ye, ku mezintirîn partiya opozisyonê
ev fêm kiriye û dixwaze di avakirina hikûmetê de alîkar be. Ji lewra nayê
qebûlkirin ku di medyayê de şîroveyên derewîn werin belavkirin ku dibêjin
Yekîtiya Nîştimanî Nifşê Nû dixapîne, û em niha ji bo her cûre rêkeftineke
wekhev ji bo avakirina hikûmetê amade ne, di demekê de ku hemû kes dizanin
hikûmeta berê tijî kêmasî û qelsî bû.
Em ê dest ji mafên gel bernedin
Serok Bafil Celal Talebanî diyar kir ku "ji bo
lihevkirina bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re, min 16 caran serdana
Hewlêrê kir, lê mixabin em negihîştin ti lihevkirinekê, digel ku ji aliyê
siyasî û stratejîk ve ti cudahiyeke me ya mezin di navbera me de nîne û
pirsgirêkên me ne mezin in, em amade ne ku ji mafên xwe werin xwarê, lê em ne
amade ne ku dest ji maf û daxwazên gelê Kurdistanê berdin.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di beşekî din
ê axaftina xwe de bal kişand ser rewşa aborî û hevsengiyên herêmî û diyar kir
ku heta krîza Tengava Hurmizê neyê çareserkirin, divê mirov li bendê nebe ku
pêşveçûneke mezin a aborî çêbibe. Her wiha da zanîn ku krîza aborî ne tenê li Îraqê
ye, belkî welatên Ewropayê jî girtiye ber xwe.
Deriyê Yekîtiya Nîştimanî her tim ji bo diyalogê vekirî ye
Serok Bafil amaje bi wê kir û got: Heke aliyên din jî wekî
Yekîtiya Nîştimanî siyaseteke zelal bişopînin, pirsgirêkên me yên li Herêma
Kurdistanê dê bi hêsanî werin çareserkirin, ji ber ku ti gotinên me li pişt
perdeyê nînin, em dikarin bi Tirkiye, Bexda, Îran û Amerîkayê re bigihîjin
lihevkirinekê, lê em nikarin bi birayên xwe yên li nava Partiya Demokrat re li
hev bikin, gelo çima? Yekîtiya Nîştimanî her tim deriyê diyalogê vedike û ji bo
lihevkirinê amade ye, lê belê demeke me ya dirêj nemaye.
Wî her wiha got: Kîjan daxwaz ji aliyê birayên me yên li
Rojavayê Kurdistanê ve bê kirin, me berê alîkariya wan kiriye û em niha jî
amade ne. Di heman demê de ez bi paşeroja kurdan a li Sûriyeyê re geşbînim û ji
wan dixwazim ku di karên xwe de hinekî lezê bikin.
Peywendiyên me yên bi Tirkiyeyê re baş in û vegeriyane rewşa
xwe ya asayî, em pêdiviya wan bi me heye û pêdiviya me jî bi wan heye.
Tirkiyeyê jî ew fêm kiriye ku pirsgirêka kurdan, PKK li çiyayan bi diyalog û
dîplomasiyê tê çareserkirin û em ê jî bibin alîkar. Di heman demê de em di nava
diyalogê de ne ku bi Îrana welatê cîran re jî pêvajoyeke wiha ji bo kesên me
yên ezîz li Îranê werin şopandin.
Îro 12-10-2026an karên Foruma MERI di bin dirûşma "Li
herêma ku em tê de parve dikin, Xurtkirina aramî, hevkarî û xweşgozariyê"
de dest pê kir û ew ê du rojan bidome, ku tê de ronahiyê dide ser gelek pirsên
hestiyar û girîng ên xwecihî û herêmî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

