Serokomar ligel Mîrê Kiwêtê peywendiyên du alî gotûbêj kirin

Êraq 03:04 PM - 2026-10-12
Serokomarê Îraqê û Mîrê Kiwêtê Ragihandina Serokomar

Serokomarê Îraqê û Mîrê Kiwêtê

Serokkomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Duşemê 12ê Cotmehê 2026an, peywendiyeke telefonî ligel Mîrê Dewleta Kuwêtê Şêx Miş'el El-Ahmad El-Jaber El-Sebah encam da.

Di peywendiya telefonî de, peywendiyên du alî yên di navbera her du welatên bira de û rêyên xurtkirin û pêşvebirina wan di warên cihêreng de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku berjewendiyên hevbeş yên her du welatan pêk bîne û xizmeta daxwazên her du gelên bira bike ji bo hevkariyeke zêdetir û hevahengiyê.

Her wiha di axaftinê de behsa geşedanên rewşa herêmê di bin sêberiya wan astengiyên niha yên herêm tê re derbas dibe hate kirin, ku têde tekezî li ser giringiya zêdekirina hewldanan hat kirin ji bo kêmkirina rageşiyan û nehiştina qeyranan û pênasîna diyalog û dîplomasiyê ji bo çareserkirina nakokiyan, da ku herêm ji alozîyên zêdetir bê parastin û derfetên pêkanîna ewlehî û aramya herêmî zêdetir bibin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket