Banka Navendî ya Îraqê dengoyekê red dike
Êraq 04:02 PM - 2026-10-12
Ragihanandina Bankê
Banka Navendî ya Îraqê
Banka Navendî ya Îraqê gotegotên (dengoyên) derbarê
vegerandina 600 milyar dînarî ji ber cudahiya nirxê veguherîna red kir.
Îro Duşemê 12ê Cotmehê 2026an, Banka Navendî ya Îraqê di
daxuyaniyekê de bersiva nûçeya hinek ji dezgehên ragihandinê da ku li ser zarê
çavkaniyeke nenasiyar hatibû belavkirin û ragihand: Ew gotegotên ku dibêjin
qaşo Banka Navendî 600 milyar dînar vegerandine ji ber ku nirxê berê 1320
dînarî bo her dolarekî girênedaye û daxwaza qerebokirinê bi nirxê niha yê 1520
dînarî kiriye, bi temamî ji rastiyê dûrin û ti bingeheke wan tune ye.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, daxwazên hewaleya derve yên ku
pêşkêşî bankan hatine kirin beriya dîroka 7ê Cotmehê 2026an, bi heman nirxê
berê yê pevguhertinê û bê ti lêçûneke zêde hatine cîbicîkirin û dest bi
wergirtin û cîbicîkirina wan daxwazan jî hatiye kirin.
Banka Navendî dibêje ku, hemû kartên elektronî li gorî nirxê
fermî yê pejirandî kar dikin ji bo ku pêdiviyên welatiyan li derveyî welat
dabîn bikin.
Hevdem bankê hişyarî da ku li gorî nivîsa Desteya Ragihandin
û Têkiliyan, pêwîst e hûrgilî di hemû nûçe û babetên ku li ser nirxê pevguhertinê,
bazar û mûçeyan têne belavkirin de bêne kirin û ji çavkaniyên wan piştrast
bibin, berovajî wê rêkarên tund ên yasayî beramberî her aliyekî dê bêne girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

