Rûsya 4 bajarokên din yên Ukrayna kontrol kirin

Cîhan 09:58 AM - 2026-10-13
Serbazekî Rûsî Ajans

Serbazekî Rûsî

Rûsiya Ukrayn

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku hêzên wan 4 bajarokên Ukrayna kontrol kirin; Serokê Amerîka Donald Trump jî, got: Di navbera Rûsya û Ukrayna de agirbesta wuzeyê hate ragihandin.

Li gorî wezaretê, bajarokên Novotroitske û Petrovske yên Donetskê, Rezhnikovo û Kupino yên Kharkiv yên li rojhilatê Ukrayna kontrol kirine û di 24 demjimêran de 909 Dron û du bombe yên ji aliyê Ukrayîna ve hatibûn avîtin, hatine bê bandor kirin.

Di heman demê de, Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên wê operasyonên xwe li Kharkivê didomînin, her wiha armancgirtina binesaziya veguhastin û wuzayê û navendên çêkirina dronan yên Ukraynayê didomînin.

Di nava berdewamiya êrîşên her du aliyan de, Serokê Amerîka Donald Trump li ser hesbê xwe yê medya dijîtal peyamek belav kir ku têde gotiye: Agirbesta Wuzeyê di navbera Ukrayna û Rûsya de hate ragihandin.

Li gorî peyama Serokê Amerîka, her du aliyan li ser Agirbesta Wuzeyê li hev kirine û wê bin pênekin.
Ev yek di demekê de ye ku; şerê Rûsya û Ukraniya ji sala 2022'an ve dest pê kir heya niha jî didome.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket