Trump: Şerê Îranê di demeke nêzîk de dê bi dawî bibe

Cîhan 10:19 AM - 2026-10-13
 Serokê Amerîka Donald Trump Medya

Serokê Amerîka Donald Trump

Cîhanî

 Serokê Amerîka Donald Trump careke din tekez kir ku şerê welatê wî yê bi Îranê re dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe û got: Hilbijartinên navwext yên Amerîka jî dê bandorê li ser biryarên min nekin.

 Trump di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand: Şerê Îranê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe û ji ber vê biryarê jî dê bihayê sotemeniyê û benzînê dakeve.

Her weha got: Hilbijartinên navwext yên Amerîka çi bandorê li ser biryarên min nakin.

Derbarê rewşa Rojhilata Navîn û operasyona sibeha Yemenê de, Serokê Amerîka got: Ez bi Cîgirê Şahê Siûdiyê Mihemed bin Selman re axivîm û tevgerên Hûsiyan jî gelekî xerapin.

Derbarê şerê Ukranya û Rûsya jî, Donald Trump eşkere kir: Ew her du welat dixwazin li hev bikin, lê nizanin çawa li hev bikin.

Got jî: : Vladîmîr Pûtîndixwaze peymanekê îmze bike, pêwîste em Vlodîmîr Zielinski yê Serokê Uranya jî razî bikin ku peymanekê îmze bike.

PUKMEDIA





zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket