Mezlûm Ebdî: Xwendin li deverên Kurdnişîn bi zimanê Kurdî ye

Kurdistan 08:17 PM - 2026-10-13
 Mezlûm Ebdî ANHA

Mezlûm Ebdî

Sûriyê

 Mezlûm Ebdî tekez li tevlîkirina îdare û hêzên ewlehiyê digel dewleta nû ya Sûriyê bi piştgiriya navdewletî dikeve û aşkera jî dike, li ser pirsa zimanê kurdî gihiştine çareseriyê.

Mezlûm Ebdî, di Dîdara Mêrî de li barê pirsa Kurd li Sûriye ya nû ragihand,derfeteke mezin ji bo gelên Sûriyê hatiye holê, lê di heman demê de Sûriye ya nû rûbirûyî gelek astengiyên bûye û divê bi cidî kar ji bo çareserkirina wan bê kirin.

Derbarê tevlîkirina saziya nde Mezlûm Ebdî ragihand, proseya tevlîkirina îdare û hêzên ewlehiyê digel saziyên dewleta nû ya Sûriyê îradeyeke bi hêz li pişte û komelgeha navdewletî jî piştgiriya vî proseyî dike.

Sebaret bi pirsa zimanê Kurdî aşkera kir, rêkeftin û çareser li ser pirsa zimanê Kurdî li Sûriye ya nû hatiye kirin, û xwendin li navçeyên Kurdnişîn bi zimanê Kurdî berdewam dibe.

Ewê jî aşkere kir ku, mersûmên taybet bi mafên Kurd divê di destûra nû ya Sûriyê de bên çespandin û gotûbêj ji bo gerentîkirina tewahiya mafên Kurd berdewamin.

Mezlûm Ebdî behsa wê yekê jî kir, ku yekem care Kurd li dewleta nû ya Sûriyê rola bandorker dibe, ji ber ku wek Kurd baweriya me ya temam bi beşdariya di birêvebirina welat de heye.

Her derbarê destkeftiyên Kurd ragihand,her çende hêj hemû mafên me pêk ne hatine, lê yê ku heya niha hatiye bidestxistin destkeftiyên kêm nin û hengavên girîng in.

Her di dîdarê de Mezlûm Ebdî ew yek diyar kir ku, yekdengî û yekgotariya Kurd li Sûriyê pir girînge û aliyên Kurdî li Sûriyê pabendî yekrêziyê ne, dibêje jî: Egere em yekrêz nebin em nikarin mafên xwe li Sûriye ya nû bidest bixin û destkeftî mulkê gelê Kurdin ne yê hêzeke diyarîkirî ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket