Serokwezîrê Îraqê êrîşên li ser Siûdiyê şermezar dike
Êraq 05:10 PM - 2026-10-14
Nivîsgeha Ragihandinê Civîna Serokwezîrê Îraqê
Elî Zeydî û Cîgirê Şahê Siûdiyê Mihemed Bin Selman.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, bi Cîgirê Şahê Siûdiyê Mihemed bin Selman
re civiya û pêşketinên rewşa navçeyê gotûbêj kirin, û Zeydî êrîşa li ser
Balafirxaneya Navneteweyî ya Melik Xalid li Riyadê şermezar kir û tekezî li ser
redkirina armanckirina welatiyên sivîl û saziyên sivîl kir.
Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî êrîşa li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Melik
Xalid li Riyadê şermezar kir, û tekezî li ser redkirina armanckirina welatiyên
sivîl û saziyên sivîl kir, bi wê yekê ku ew xeteriyek e li ser ewlehî û aramiya
herêmî.
Serokwezîr helwêsta nayê guhertin ya Îraqê dubare kir ku rê li ber
bikaranîna axa welatê wî wekî destpêkê ji bo her êrîşekê yan karekî ku zirarê
bide ewlehiya Siûdiyê û welatên navçeyê were girtin.
Di heman demê de pabendbûna xwe
bi pêngavên rêzgirtina li serweriya Îraqê û welatên dost û bira dubare kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinê de peywendiyên di
navbera Îraqê û Siûdiyê de û riyên pêşvebirina wan di hemû waran de, bi taybetî
hemahengiya ewlehiyê ji bo rûbirûbûna astengên navçeyî, hatine behskirin.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Şahê
Siûdiyê piştgiriya welatê xwe ji bo hewlên hikûmeta Îraqê ku armanca wan
xurtkirina diyalogê û bidestxistina aramiyê li navçeyê ye, dubare kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

