Bihayê petrolê piştî daneyên werimî yên Amerîkayê daketin

Cîhan 09:14 AM - 2026-10-15
petrol PUKMEDIA

petrol

Îro Pêncşemê bihayê petrolê hinekî daket û bermîlek petrola xav a brênt bi rêjeya 0.5% bo 105.56 dolaran daket, peymanên xav a Teksasê jî bi rêjeya 0.35% bo 94.76 dolar bo her bermîlekê paşde çû.

Petrola xav beşeke mezin ji destkeftên (qezenc) xwe parast, lê pevçûnên di navbera Siûdiyê û Husiyan de li tengava Hurmizê tirsên li ser qutbûna dabînkirinê zindî hiştin.
Roja Çarşemê, piştî ku daneyên nîşana bihayê xerîdarên Amerîkî yên meha Îlonê ji ya ku dihat çaverêkirin bihêztir derketin, petrolê beşekî mezin ji qezencên xwe da der.

Her wiha petrolê ji ber bendewariya civîna Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) rastî zextên zêde hat, ji ber ku tê çaverêkirin ajans daxuyaniyên dawî yên welatên endam derbarê berdana zêde ya 100 milyon bermîlî de ronî bike.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket