Êrîşên li Tengava Hurmizê asta herî bilind tomarkirin ji destpêka şer ve
Cîhan 11:31 AM - 2026-10-15
PUKMEDIA
Tebgava Hurmizê
Herî kêm 10 keştî ji roja Yekşemê ve li Tengava Hörmüzê an
jî li nêzîkî wê rastî êrîşan hatin; ev jî li gorî daneyên ewlehî û deryayî ku
ji aliyê ajansa AFP ve hatine ragihandin, di nava şer de hejmara herî bilind a
rojane ye.
Daneyên kampaniya "Vanguard"ya Ewlekarî, Rêxistina
Deryayî ya Navneteweyî û Daîreya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê
nîşan dan ku roja Yekşemê 6 keştî – ku ev hejmara herî zêde ya rojane ye ji
destpêka aloziyê ve û roja Sêşemê jî 4 keştî hatine armancgirtin.
Çavkaniyên deryayî ragihandin ku du deryavan winda ne,
herwiha rapor behsa niqombûna keştiyeke barhilgiran dikin ku ji ber êrîşên dawî
qewimiye.
Hejmara êrîşên ku ji destpêka meha Cotmehê ve hatine
tomarkirin gihişte 23 êrîşan, ev hejmar nêzîkî du qatê navîniya mehane ya
bûyeran e ku ji dema destpêkirina şer ve hebû. Ev yek jî di nav tevgerên
deryayî yên li yek ji giringtirîn rêwiyên hinardekirina petrol û kelûpelan ji
welatên Kendavê re, dibe sedema alozî û tevliheviyê.
Analîstê kampaniyê "Vanguard", Baron Gupta got ku
tevgera deryayî ya li Hurmizê beriya geşedana dawî, karîbû nêzîkî 80 ji sedî ji
asta xwe ya beriya şer bi dest bixe û herikîna petrolê jî dest bi başbûnê
kiribû.
Îranê di meha Adarê de dest bi armancgirtina keştiyên
bazirganî yên li tengavê kir, ev jî wekî bersiveke li dijî lêdanên Amerîka û
Îsraîlê yên li ser xaka xwe, û dewam kir di êrîşên li ser keştiyên ku di wan
rêyan re derbas dibin ku Îranê erê nekirine.
Li gorî Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî, nêzîkî 24 deryavan
di wan bûyerên ku ji destpêka aloziyê ve li herêma nêzî Tengava Hurmizê
qewimîne de hatine kuştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

