Parastina mîrata kelepûriya kurdewarî ya herêma Efrînê
Rêportaj 02:38 PM - 2026-10-15
Kurdistanî Nwê
Wêneyek ji mîrateya kelepora Efrînê
Gêncekî rûniştvanê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê mala
xwe kiriye mûzexane ji bo parastin û arşîvkirina çand û folklora resen a kurdî ya
Efrînê û Çiyayê Kurmancî. Mîrat ne tenê komek tiştên kevn û bikarhatî ya
serdema berê ne, lê belê beşekî sereke ji nasname, bîranîna civakî û dîrokî ya
jiyana rojane ya takê resen ê kevn ê kurd pêk tîne, bi taybetî jî wan alavên ku
bapîr û dapîrên me di jiyana rojane de bikar anîne.
Di vî warî de, Şiyar Mihemed çalakvanê warê çandî li Efrînê,
ji Rojnameya "Kurdîstanî Nwê" re ragihand: Di sala 2007'an de, min
dest bi vê karî kir û mala xwe kir mûzexaneyek ji bo komkirin, parastin û
rêkxistina beşekî ji çanda herêma me.
Wî her wiha got: Bi rêya komkirina wan parçeyan ku di mal û
gundên kevn ên Efrînê û derdora wê û Çiyayê Kurmancî de mane, ez hewl didim ku
beşekî ji mîrata resen a çanda kurdî li Efrînê ji metirsiya tunebûn û
windakirinê biparêzim. Ev alav, ku her yek bi rengekî bi jiyana rojane ya berê
ya bapîr û dapîrên me ve girêdayî ne, wêneyekî ji jiyana civakî û aborî ya
xelkê herêmê di serdemên cuda de nîşan didin.
Her wiha dibêje: Bê guman bajarê Efrînê û Çiyayê Kurmancî,
pêwendiyeke kûr bi dîrok û çanda dewlemend a kurdî re heye di jiyana resen û
kurdewarî ya Rojavayê Kurdistanê de. Bi rengekî xwebexş hewldanên xwe yên
kesane ji bo parastina vê mîrata çandî xistine ger ku giringiyeke taybet heye û
bi hesta berpirsiyariya çandî ev erk girtiye ser milê xwe.
Şiyar Mihemed tekez dike ku: Parastina mîrata çandî tenê bi
komkirin û ragirtina alavên kevn ne bes e, pêwîst e ev parçeyên çandî bi
rengekî zanistî werin tomarkirin, nav, nasname û dîroka her yekî ji wan bê
diyarîkirin, awayê bikaranîna wan bê rohnîkirin û agahiyên wan ji bo nifşên
pêşerojê werin parastin. Wê demê dikare bibe destpêkeke giring ji bo avakirina
arşîveke çandî û folklorî ji bo Efrînê û Çiyayê Kurmancî û deverên derdorê bi
giştî.
Şiyar da xuyakirin ku bê guman ev cure hewldanên kurdewarî
peyamekî giring ê civakî hene, ji ber ku bi guhertina lezgîn a awayê jiyanê û
kêm-bikaranîna gelek alav û şêwazên kevn ên kurdewarî, metirsiya tunebûna
mîrata çandî ya kurdî li hemû perçeyên Kurdistanê heye, lê belê komkirin û
parastina wan parçeyên çandî yên kevn dikare rolekî giring di girêdana nifşê
îroyîn bi rabirdûya çandî ya xwe re bilîze.
Di dawiyê de Şiyar Mihemed anî ziman û got: Ez hewl didim ku
wê samana çandî ya ku bi derbasbûna demê û guhertina rewşa civaka kurdî di
metirsiya tunebûnê de ye biparêzim, tevî awayê bikaranîn û çîrokên wan, em
dikarin agahiyeke giring li ser awayê jiyan, pîşesazî, huner, rewşa civakî û
pêwendiya mirovê kurd bi jîngehê re di sedsalên derbasbûyî de ji bo nifşên
pêşerojê eşkere bikin.
Şiyar Mihemed di sala 1985'an de li gundê Maratê, ser bi
bajarê Efrînê, ji dayik bûye. Ji zaroktiya xwe ve, hezkirineke taybet ji bo
çand, kevneşopî û awayê jiyana kevn a civaka kurdî hebûye. Ev hezkirin di 20
salên borî de tenê nema ye evîneke kesane, lê belê mezin bûye û bûye beşek ji
jiyan û armanca sereke ya kar û çalakiyên wî yên rojane, ew bi vê rêyê hewl
daye bi komkirin, parastin û naskirina berhem û parçeyên çandî, beşekî ji
bîranîna dîrokî û civakî ya gelê xwe li Efrînê û Çiyayê Kurmancî biparêze.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

