Nadiye Derwêş: Divê çîrokên xwe bi rêya sînemayê vebêjin

Hevpeyvîn 03:21 PM - 2026-10-15
Derhêner Nadiye Derwêş Kurdistanî Nwê

Derhêner Nadiye Derwêş

Rojavayê Kurdistanê

Derhênereka kurd a Rojavayê Kurdistanê dibêje: Huner bi giştî û sînema bi taybetî di 15 salên borî de li Rojavayê Kurdistanê asteke baş derbas kiriye û bipêş ketiye.

Xanima Kurd Nadiye Derwêş, derhêner û endama Komîna Fîlman û rêvebira festîvala navneteweyî ye li Rojavayê Kurdistanê ku yek ji beşdarên gera şeşemîn a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê bû ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: Ev cara yekê bû ku tevlî Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê kiriye, em wekî Rojava bi çendîn fîlman beşdarî vê festîvalê bûn, û ez bi xwe jî bi du fîlman beşdar bûm; yek wekî derhêner û ya din wekî komîteya fîlman.

Nadiye Derwêş got: Sînema û fîlm li Rojavayê Kurdistanê pêşveçûneke baş bi xwe re anîne û ez derbarê pêşeroja sînemayê de geşbîn im. Her wiha dibêje: Çîrok û senaryoyên me yên baş hene, lê pêdiviya me bi teknolojî û pêdiviyan heye da ku wêneyan bi rengekî çêtir û bi rêya sînemayê vebêjin, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê di warê hunerê de bi giştî li gorî 15 salên borî di asteke gelekî baş de ye, tevî ku jiyana dijwar û şer ziyaneke mezin daye me, lê em di nava şer de pêşveçûnê didin hunera xwe û me karî li ser lingên xwe bisekinin û bibin xwediyê fîlm û festîvalan.

Diyar jî kir ku; Berê ji bo demekî dûr û dirêj li Rojava sînema tune bû; bila ez zelaltir bêjim, li Sûriyê rewşa sînema û fîlmçêkirinê gelekî xirab û lawaz bû, Sûriyê tenê di warê diramayan de baş bû, ne ku di warê fîlman de û ev pir xirab e. Lê me hewl da ku wê asta xirab a Sûriyê derbas bikin û em wekî kurd bibin xwediyê fîlmên xwe yên baş. Di sala 2015'an de me dest bi rêgeheke fîlmçêkirinê kir û pêşî Komîna Fîlman a Rojava avakir, ew navend cihekî baş bû da ku em bikarin di warê sînemayê de bixebitin û bibin xwediyê fîlmên xwe yên taybet.

Nadiya her wiha dibêje: Niha em li Rojavayê Kurdistanê xwediyê peymangehên fîlmçêkirinê ne; yek ji wan Peymangeha "Bilind" e li bajarokê Dêrikê, û ya din jî Peymangeha "Hilala Zêrîn" e ku taybet e bi jinan û li wê peymangehê jin ji bo fîlmçêkirinê tên perwerdekirin. Ev jî ji bo me cihê serbilindiyê ye ku em di nava şer de bûn, lê me karî bibin xwediyê fîlm û festîvalan, û me karî çîrokên bergîrî û berxwedanê bikin fîlm da ku her du aliyên civakî û derûnî yên takekesê kurd di dema şer de nîşanî hemû cîhanê bidin, ev ji bo me serkeftin û destkeftineke mezin e.

Derhênera kurd da xuyakirin ku gihandina fîlman ji bo ciwanên Rojavayê Kurdistanê barekî giran e li ser milê wan û bi zehmetî dikarin fîlman berhem bînin; ew ne kesên akademîk in, lêbelê tenê hezkirina welat û neteweyê palnera wan e û xwediyê moral, hêz û kapasîteyê ne da ku bi ser nebaşiyan de biçin. Niha jî tevî ku bi giştî rewşa Rojava ne baş e, lê em hewl didin da ku hunera kurdî, çand, ferheng û sînema kurdî biparêzin.

Nadiye Derwêş di dawiyê de got: Cihê serbilindiyê ye ku festîvalên me li bajarên Silêmaniyê, Duhokê û Rojavayê Kurdistanê hene, ji ber ku em dikarin li ser ax û welatê xwe festîvalan bi rê ve bibin; ji ber ku festîval rêgeheke ye da ku em bikarin xebatên xwe bigihînin welatên cîhanê, çiqas festîvalên me zêdetir bin, emê fîlmên zêdetir berhem bînin, û ev yek jî asta me ya hunerî zêdetir bi pêş ve dibe.

PUKMEDIA
/ Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket