Deng ji bo cîgirên serokwezîr û wezaretên din ên kabîneya Zeydî hat dayîn

Êraq 09:31 PM - 2026-10-15
Encûmena Nûneran PUKMEDIA

Encûmena Nûneran

Encûmena Nûneran a Îraqê, di rûniştina xwe ya îro de deng da ew wezaretên ku di kabîneya Elî Zeydî de nehatibûn tijî kirin, di heman demê de sê wezaretên nû hatin zêdekirin û sê cîgir jî ji bo Serokê Encûmena Wezîrên Îraqê re bawerî pê hat dan, lê belê dayîna baweriyê bi Wezareta Koç û Koçberan re ji bo demeke din hat paşxistin.

Derbarê ew wezîrên ku di rûniştinê de bawerî pê hat dayîn, ev bûn: Bawerî hat dayîn bi Mihemed El-Deracî wekî Wezîrê Aboriya Dîjîtal, Elî Ebdulhadî wekî Wezîrê Geştûgûzarê ,Mihemed Seman wekî Wezîrê Dewletê, Yasîn El-Îsawî wekî Wezîrê Çandê, Quteybe Xazî wekî Wezîrê Plandanînê, Heyder Beha' wekî Wezîrê Xwendina Bilind, Rêbaz Mihemed wekî Wezîrê Avakirinê, Sefa Kenanî wekî Wezîrê Werzişê, Nayif El-Şemerî wekî Wezîrê Bergiriyê, Mihemed El-Mûsewî wekî Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî, Yasir El-Sixêl wekî Wezîrê Navxwe.

Her di wê rûniştinê de, her yek ji Muhsin El-Mendelawî, Qeys El-Xezelî û Mihemed Temîm wekî cîgirên Serokê Encûmena Wezîran bawerî pê hat dan.

Di heman demê de, dengdana ji bo Wezareta Koç û Koçberan û Faris Brîfkanî ji bo cîgirtiya Serokwezîr hat paşxistin.


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket