Serokkomar: Dawîhatina dengdanê pêngaveke girînge di rewta xebata hikûmetê de

Êraq 10:08 PM - 2026-10-15
Serokkomarê Îraqê PUKMEDIA

Serokkomarê Îraqê

Nîzar Amêdî, Serokomarê Îraqê, pîrozbahiyê li cîgirên serokwezîr û wezîran dike bi boneya wergirtina pêbaweriya parlamentoyê û tekez dike ku temambûna dengdanê li ser kabîneya hikûmetê gava herî girînge di rêçeya karê hikûmetê de.

Naveroka pîrozbahiya Serokkomar:

Pîrozbahiyê li cîgirên serokwezîr û wezîran dikin bi boneya wergirtina pêbaweriya parlamentoya birêz. Ez hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim di cîbicîkirina berpirsiyariyên wan ên niştimanî de bi vî rengî ku xizmeta gelê me bike û li gel daxwazên wan biguncê.

Temambûna dengdanê li ser kabîneya hikûmetê gava girînge di rêçeya karê hikûmetê de. Divê em hemû piştgireke xurt bidinê, hewlên xwe bikin yek, û bi giyanê berpirsiyariya niştimanî kar bikin ji bo rûbirûbûna astengên niha û cîbicîkirina şayesteyên niştimanî û dabînkirina daxwazên welatiyan.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket